Koma ji bajarê Marsîlyayê ku hefteya derbasbûyî nobed girt, di 21'ê Hezîranê roja Yekşemê de robed radestî rêxistina çapemeniya jinên Kurd 'RAJIN' kir. RAJIN, ku di hefteya 157. de nobed dewr girt, di sala 2013'an de jî ji bo azadiya Ocalan hefteyekê nobed girtibû.

Çar jinên kedkarên çapemeniyê tîşortên bi nivîsa "Çalakiya nobeda bê dawî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan" li xwe kirin, çalakiya xwe dewam dikin. Di çalakiyê de ji Stêrk TV Faraşîn Sîdem, ji Ronahî TV Sûna Tûnç, ji Med Nûçe Rojîn Arjîn û ji Radyoya Dengê Kurdistanê Sîdar Zana Bîlîr amade ne.

Kedkarên çapemeniyê yên jin, wê di tevahiya hefteyê de li standa li ber Konseya Ewropayê belavok û broşuran belav bikin, der barê çalakiya xwe de mirovên li derdorê agahdar bikin. Nobeda KurdistaniyanPêncşemê sala xwe ya sêyemîn diqedîne. Bi wesîleya salvegera çalakiya nobedê wê îro li Konseya Ewropayê (KE) daxuyaniyek çapemeniyê bê dayîn. 


STRASBOÛRG