Sîra çiyayê Munzurê ji 2004'an heta niha li Pilûrê jî ji aliyê welatiyan ve li zeviyan tê çandin. Lê welatî ji ber vê yekê bi gazinc in. Nêzî 20 jinên hilberîner di çarçoveya projeya Yekîtiya Ewropayê de li Pilûrê dest bi hilberîna sîr kirin. Jin ji ber ku rayedar piştgiriyê nadin wan bi gazinc in. Di malpera Midûriyeta Çandiniyê ya Bajar de tê gotin ku bi talîmata Walî Mustafa Taşkesen ji bo ku sîra çiya bê parastin, di şert û mercên zeviyan de bê hilberandin proje hatiye pêşxistin û li gundên Paşaduzu, Yenîsogut, Gozeler û Egrîpinarê yên Pilûrê tê çandin û proje li van gundan pêk tê. Lê welatiyê bi navê Huseyîn Palanci û jinên ku di çarçoveya projeya Komeleya Jiyana Gihandinê (UYD) de dixebitin diyar kirin ku ev agahiyên hatine dayîn nerast in.
Der barê mijarê de Huseyîn Palanci wiha aixvî: "Em bi çen hevalên hilberîner re çûn Midûriyeta Çandiniyê ya Bajar û Walitiya Dêrsimê û cihên ku tê qalkirin em geriyan. Me dît ku li herêman xebatên kulturê nehatiye kirin an jî di şert û mercên zeyina de hilberîn nîn e. Mînak di agahiya hate dayîn de tê gotin ku li gundên Paşaduzu, Yenîsogut, Gozeler, Koyungolu û Asagitorunobayê hilberînê dest pê kiriye. Em çûn hemû gundan lê me qet qadên hilberînê nedit. Dîsa walitiyê digot ku ew du sal in piştgiriyê didin hilberîneran lê me tu caran piştgirê nedît."
Jinan bi navê Gullu Tîltay a ku di çarçoveya projeya UYD de dest bi helberîna sîr kiriye jî destnîşan kir ku proje bi riya wan hatiye nasandin lê alîkariyek ji bo wan nehatiye kirin.

FERHAT ARSLAN - DÎHA/DÊRSIM