---Tecrîda li ser Birêz Ocalan di sala duyemînd e berdewam dike, pêwiste her Kurd, di şexsê Ocalan de xwe
dibin tecrîdê  bibîne û li dijî tecrîdê têkoşînê bike.---

Musa Anter û sê navên xwedî wateyên cûda...
Musa Anter, ji bo nifşê min ‘Kek Musa’ bû. Dihate wateya ciwantiyê salên 1968-69’an ku em ber bi zaningehê diçûn bû. Kek Musa ji bo me pêşeng, qîrên û awaz bû. Pêşengî, qîrên û awaza Kekê Musa hewqasî bi hêz û bi zaneyî derdiket, em teva ber bayê xwe dixistin. Ew awaz û qîrên, hîna jî di  asoyên Kurdîtiyê de olan vedide, li Nisêbînê nehila, Stembol derbas kir, li tevahiya Kurdistanê bela bû.  
Musa Anter, ji bo Yaşar Kemal û nifşên wî “Musa Beg” bû û li navenda çanda Komara Tirkiyê Stembolê, nûnertiya gelê Kurd dikir. Nûnertiya Musa Beg li Stembolê, di cihana entelektueliya Tirk de jî, hîna olan vedide.
Musa Anter, Apê Musa, piştî salên 1984’an û Tevgera Azadiya Kurd, ji bo nifşê Şorêşa Kurd, nav guhert. Êdî,  wek ku Kek Yusuf  Serhad Bucak dibêje; “Apê her kesî bû, dauyenê rojnamevan û nivîskarên Kurd bû. 
Ya giring; banga me ya Kek Musa, kultura Kurdî bû.’’
Banga Yaşar Kemal ya Musa Beg, di çarçoveya danasîna civaka Kurd de bû,  xwedî wateyek sosyolojîk bû, nîgarkêşiyek hunerî û dîrokî destnîşan dikir.
Di wê dema ku ez behsa wê dikim de: Tixubê nasnameya Kurdîtiyê, ji bilî cengawerên mîtolojîk yên weke Kek Musa, Musa Beg û Apê Musa, kesî newêrabû bi fîqêna navbera du lêvan jî bilorîne. Lê Musa Anter, Kekê Musa, Musa Beg, wek ku Yaşar Kemal digot, ‘’Musa Beg, bi alfebaya Kurdî Kurdîtî diqîriya, bi zimanê Tirkî doza Kurd diparast, bi fîqêna Kurdî jî nasnameya gelê Kurd dilorand.” Lewma Musa Anter, li dijî organîzasyona dagirkeriya Tirk, têkoşînek bi serê xwe bû. Têkoşîna bi serê xwe, cengaweriyek destanî û hişmendiyek feylesofîk dixwaze.
Bêguman di banga me de, kultura civakî û pêşengîtî hebû; di banga Yaşar Kemal de, bi kultura civakî re, hunerê edebî û sosyolojîk hebû. Ji ber ku “Begî”tiya Musa Anter, bi gotina Yaşar Kemal, aliyekî xwe kultura edebî bû, aliyekî xwe ferhengî û aliyek jî sosyolojîk bû.   
Yaşar Kemal, ji sedema girtina Kek Musa Anter,  nivîsek bi sernavê “Musa Beg” nivîsî û di rojnameya Cumhuriyet de hate weşandin. Hingî min li heman rojnamê kar dikir û wateya ser navê nivîsê û bikaranîna “beg” ji Yaşar Kemal pirsî. Gotinek balkêş got; “mirov bi doza xwe delal û xweşik dibe, Musa Beg ne tenê têkoşer, lehengekî arîstokrat û maqul e.” Yaşar Kemal bi van gotinan sosyolojiya civaka Kurd dianî ziman. Ji ber ku di şexsê Apê Musa de, hunandina civaka Kurd, sirr û razê di fulyona pişta neynika naveroka romanên xwe de jî dianîne ziman.
Mirovên ku detstîniya xwe bi destîniya gelê xwe ve girêbide, dibe pêşeng. Ev gotin pîvaneke û mirov dikare ji bo ayînxanên olan û baweriyan jî bîne ziman. Di çîlêkêşiya lehengên olî û baweriyan de ev pîvan giring e. Wek kevirê herî bingehîn û bi nirx yê gihiştina “xemlexanê” ye. Xemlexan, di ola Êzdayî de, cihê civatê ye. Lê ne civata lîstika hingulîskê, cihê civata  şîret, fêrkirin û  nirxandina jiyanê ye. Cihê nîqaşên felsefî û  çareseriyê ye. Pêşengiya van rûniştinan jî ew leheng û pêşengê ku çîlekêşiya gihiştina qonaxa ku “destîniya xwe bi ya civaka xwe re kire yek” dike.
Apê Musa, qonaxa sêyemîn e û heyama ku destîniya xwe bi şoreşa Kurdî ve girêda ye. Heta dawî jî ev girêdan qut nekir. Apê Musa, stuna; “hêviya xwe her dem zindî bihêle” bû û heta roja şehadeta xwe jî, ev dilsoziya dîrokî parast. 
Kek Musa, Musa Beg û Apê Musa, di jiyana têr çîlekêşiyê de, sê qonaxên cûda ne, xelekên hevûdin temam kirinê ne. Eger rojekê, jiyana Kek Musa, Musa Beg û Apê Musa, ji gundê Zivingê, heta bi Stembolê, namzêdiya wî ya parlamenteriya serbixwe û pêvajoya çûna ber bi şehadetê werê lêkolîn kirin, sê xelek wê bibin bingeh... Sê qonaxên bi cografya Kurdistanê, civaka Kurd û têkiliya bi komara Tirkiyê û siyaseta red û înkarê ve girêdayî ne. Her sê nav jî yekbûna bi nasnameya gelê Kurd re ye û reda statuko, reda siyaseta inkarê ye.
Şoreşa Kurdî, ji sê navan navê xwe “Apê Musa” derxiste pêş û heta weke îro, di 20. salvegera şehadeta wî de jî bi gelemberî ev nav hatiye erê kirin e.
Edî Kek Musa, Musa Beg,  Apê Musa, Apê ciwanên Kurd, Apê entelektueliya Kurd e. Slogana wî “Hêviyên xwe her daim zindî bihêle”, ya me teva ye.