
Doh li Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê roja dawî bû ji bo propagandaya ji bo aliyên siyasî yên beşdarê hilbijartinên qonaxa duyemîn dibin. Çalakiyên propagandayê yên lîste û namzetên serbixwe ên dawî doh bi rê ve çûn û şandeyên çavdêriyê ku ji aliyê Komseriya Bilind a Hilbijartinan ji bo şopandina hilbijartinên rêveberiya herêmî hatine vexwendin jî ber bi deriyê sînor ê Sêmalka ve çûn.
Şêwermendê Siyasî û Qanûnî yê Hevbendiya Niştimanîya Demokratîk a Sûriyeyê Eladîn Xalid jî got, serketina hilbijartinên meclîsên rêveberiyên herêmî tê wateya ku projeya federaliyê bi ser ketiye û bang li hemû welatiyan kir ku berê xwe bidin ser sindoqan û bi awayekî azad û demokratîk dengê xwe bi kar bînin û beşdarî avakirina paşeroja herêmê bibin.
Li Şehba şahiya hilbijartinan
Namzetên hilbijartinan ên lîsteya “Şehbaya Paşerojê” wêneyên xwe û zêdeyî 100 pankarên bi nivîsên cûda di çarçoveya propogandaya hilbijartinên meclîsên herêmê, yên bajar û şaredariyan de daliqandin. Hilbijartinên qonaxa duyemîn ku 1´ê Kanûnê ango sibe bi rê ve diçin, yek ji gavên girîng ên avakirina sîstema federaliya demokratîk in li Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.
Namzetên hilbijartinan ên Meclîsa Rêveber a Kantona Şehba ya herêma Efrînê û bi hevkariya Koalîsyona Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê ku di yek lîsteya bi navê “Şehbaya Paşerojê” de kete hilbijartinan ji 20´ê vê mehê ve dest bi xebatên propogandaya hilbijartinan kir. Piştî çend civînan li ser girîngiya danasîna hilbijartinan û namzetan, sed pankartên derbarê hilbijartinan de li hemû gund û navçeyên kantonê daliqandin.
Di heman demê de namzetan wêneyên xwe jî bi pankartan ve daliqandin.
Şandeyên çavdêriyê diçin Rojava
Li aliyê din şandeyên çavdêriya hilbijartinan jî berê xwe didin deriyên sînor ên diçin Rojava, ya rastî berê xwe didin Sêmalka ku di navbera Başûr û Rojavayê kurdistanê de ye. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan gelek rêxistin û partiyên siyasî û saziyên sivîl vexwendin da ku serdana Bakurê Sûriyê bikin û hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên Federaliya Bakurê Sûriyê yên 1’ê Kanûnê bişopînin.
Li ser vexwendinê, şandeyên YNK, Tevgera Goran, HDP, PDK, Saziya "oy ve ötesi" her wiha hejmarek rewşenbîrên Kurd hatin deriyê sînor ê Sêmalka, da ku xebatên hilbijartinan bişopînin. Heta niha derbarê hatina şandeyên ji derveyî Kurdistanê yên biyanî ti agahî bi dest neketiye.
Beşdarî avakirina paşerojê bibin
Şêwermendê Siyasî û Qanûnî yê Hevbendiya Niştimanîya Demokratîk a Sûriyeyê Eladîn Xalid destnîşan kir ku serketina hilbijartinên meclîsên rêveberiyên herêmî tê wateya ku projeya federaliyê bi ser ketiye û bang li hemû welatiyan kir ku berê xwe bidin ser sindoqan û bi awayekî azad û demokratîk dengê xwe bi kar bînin û beşdarî avakirina paşeroja herêmê bibin.
Xalid teqez kir ku serkeftina hilbijartinan tê wateya serketina Projeya Federaliya Demokratîk. li ser mijara serketina hilbijartinan û girêdana wê bi rêgezên Neteweya Demokratîk re, Eladîn Xalid got, "Pêkanîna hilbijartinan ku wê hemû gelên Bakurê Sûriyê beşdarî bibin, teqezkirina rêgezên Neteweya Demokratîk e."
Eladîn Xalid bang li welatiyan kir ku beşdarî hilbijartinan bibin û berê xwe bidin sendoqan û dengê xwe bidin kesên guncaw û beşdarî avakirina paşeroja herêmê bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN