Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê piştî rizgarkirina 7 gundên bakur-rojavayê Reqa berê xwe dan Kela Ceber û ev cihê stratejîk rizgar kirin. Hewldana êrîşê ya DAIŞ’ê  ku li gundê Kerwan ê Reqayê pêk hat vala hate derxistin û 5 çete hatin kuştin. 

Pêngava duyemîn a Xezeba Firatê bi serketinên mezin ku şervanên Xezeba Firatê bi dest dixin didome. Şervanên Xezeba Firatê pêr piştî şerên dijwar ku di encamê de 15 çeteyên DAIŞ`ê  hatin kuştin û 7 gund hatin rizgarkirin, xwe gihandin aliyê rojhilatê yê Çemê Firatê. Piştî rizgarkirina  7 gundan, şervanên Xezeba Firatê  berê xwe dan Kela Ceberê ku 40 km li rojavayê bajarê Reqayê dikeve doh di saetê êvarî de ev gund jî hate rizgar kirin. Şervanê bi navê Rustem destnîşan kir ku ew bi moralekî bilind bi pêş ve diçin.Her wiha şervanê bi navê Elî Hemade soza rizgarkirina  bejahî û bajarê  Reqayê nû kir.

Ji êrîşkaran 5 çete hatin kuştin

Êrîşa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser gundê Kerwan ê rojavayê bajarê Raqayê dikeve  hat şikandin û 5 çete hatin kuştin. Doh di saet 02.00`an de çeteyên DAIŞ`ê ji bo rê li ber pêşveçûyîna şervanên Xezeba Firatê bigrin, êrîşe gundê Kerwan ê ku li rojavayê bajarê Raqayê dikeve, kirin. Şervanên Xezeba Firatê  bersiv dan êrîşa çeteyan û şer heta serê vê sibehê dewam kir. Şerê ku bi saetan dewam kir di encamê de êrîşa çeteyan bi temam hat şikandin û 5 çeteyên êrîşkar hatin kuştin.

Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di bi daxuyaniyekê bîlançoya 10 rojan a pêvajoya duyem a Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina gundewarên rojavayê Reqayê eşkere kir. Di encama operasyona 10 rojan de 97 gundên rojavayê bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin.

Êrîşkar hate girtin

Êrîşkarekî bombeyî yê çeteyên DAIŞ’ê duh danê sibehê ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ve hate girtin. Dema ku vî êrîşkarî xwest xwe di nava şervanan de biteqîne, bi saxî hate girtin. Vî endamê DAIŞ’ê da xuyakirin, ku ew bi serçeteyê DAIŞ‘ê Ebû Yakûp ve girêdayî ye û bi fermana Ebû Yakûp ketiye nava tevgerê.

Li Babê leşkerê Tirk bûne hedef

Hêzên Artêşa Tirk û çeteyên wê yên hewl didin Babê Dagir bikin doh bûne hedef û li gor agahiyên fermî yê dewleta Tirk 4 leşker mirin 15 leşker jî birîndar bû. Rayedarên Tirk îdîa kirin ku DAIŞ’ê êrîşî leşkerên wan kiriye. 


REQA / BAB