Dewleta Tirk a qirker bi ti awayî xwe li hebûna Kurdan ranagire.
Li Taxa Tekelê ya navçeya Farqînê ya Amedê polîsan bi ser goristana taxê de girt. Polîsan gora endamê HPG’ê Ramazan Yilmaz xera kir. Li gorî ragihandina şahidên bûyerê polîs di 11’ê kanûnê de nîvê şevê bi ser goristanê de girtine û gora Yilmaz rûxandine û kêlika navê Yilmaz li ser bûye rakirine û li gel xwe birine.
Birayê Yilmaz, Kerem Yilmaz da zanîn ku di hefteya mafên mirovan de êrişek wiha li hemberî goristanê nayê qebûlkirin û got ew vê êrişê şermezar dikin û ew ê derbarê êrişa li dijî gora birayê xwe de serî li Komeleya Mafên Mirovan bide û giliyê polîsan bike.”
Berê jî polîsên dewleta Tirk a qirker bi goristanê de girtibûn qebristan xira kiribûn.
MA/AMED