Fêrgîn Melîk AYKOÇ Mirov bi giranî li gor rêbaya siyasî ya demê bi coș û kelecan e. Ji despêka sedsala bîstan hetanê çaryeka dawiya sedsalê, giyana sosyalîzm û komunîzmê serdest bû. Li hemû welatan xwerû jî li welatên pașvemayî û kolonyal tevgerên ciwanên șoreșger tirsa bingehîn bû. Piraniya bîzav, hêz û koman hewl didan ku xwe wek sosyalîstên herî rast û bingehîn nîșan bidin. Di nava kom û fraksiyonan de rikberiyeke dijminî û rekabeteke wek pêșbirkê hebû. Xwerû di Yekê Gulanê de. Piștî șerê cihanê yê duyemîn hin navendên xwe wek sosyalîzma herî baș û li ser xeta rast nîșan didan, derketin ser dikê. Ev navend, Pekîn, Moskov û Tîran (Enver Xoce) bûn. Ev rêbaya parçebûna sosyalîzma reel, bandora xwe li tevahiya birêkxistiniyên ciwanên șoreșger ên cihanê jî kiribû. Dema Yekê Gulanê dihat her tevgerê hewl dida ku bi transparentên herî mezin, bi belavokên herî werimandî, bi qîrîn û halana herî berz ragîhîne ku rêberê proletaryayê ew in. Di navbera koman de reqabeteke mezin li dar bû. Ji ber ve sedemê jî gelek caran qadên Yekê Gulanê xwe diguhezand qada pevçûnan. Bi taybetî jî di navbera komunîstên klasîk ên girêdayiyê xeta Moskovayê û xeta bi rika emperyalizma sosyal ango Maoyî de xwe diguhezand qayîș kișandinê. Di wê demê de xeta sisyan jî derket pêș. Xata sisyan li ser bingehê „eger du kursiyên șaș hebin, em ne di divêtiya li ser kursiyekê rûniștinê de ne!“ gotin û xeteke li ser bingehê rastiya welat û gelên xwe derxistin pêș. Li welatê me pêșengiya vê xetê Tevgera Azadî dikir. Lê derdorên bi xwe nebawer, hêviya xwe bi der û hêzên cûda ve girêdayîbûn jî di bin perên partiyên komunîstên klasîk wekî TKP, TUDEH de bûn. Ev reng li Ewrûpayê jî hebû. Radyoya bi navê "Bizim Radyo" ku li DDR´ê weșan dikir, bî așîkarî endamên Tevgera Azadiyê îxbar dikirin. Her wisa Xeta Dogu Perînçek jî. Dagirkerên Tirk wê demê; li gel tevgerên nepenî wekî Glaudio, xeta Akincilar (AKP ya niha) û Gurê boz (Ulkuculer)  ev derdorê qașo sosyalîst jî pir baș bikardianîn. Heta dema di destpêka salên heștêyî de me xwest ku em li Elmanyayê tevê meșên Yekê Gulanê bibin. TKP û komên bi wan ve girêdayî hewl didan ku bi rêya sendikayên Alman pêșî li me bigirin. Gava me bi fermî komaleya yekem li Frankfurtê vekir. Partiyeke kurd ya di bin siya TKPê de li ba hin sazî û keșeyên Alman yê demokrat dij bangașiya me kiribûn. Niha ew rêbaya Sosyalîzm û Komunîzmê di dîrokê de maye. Her kes di cihê xeteke serbixwe de, hewl dide ku pișta xwe bide hêzeke cihanî ya emperyalîst. Ji ber ku  rêbayeke rastgir, yan jî bi dewletan ve girêdayî serdest bûye, Sendîkayên reng zer derketine pêș, tevgerên ciwanan, yan jî kom û partiyan jî li gor vê rêbaya demê, karker û tekoșîna karkeran ji bîr kiriye. Ew derdorên kurd yên di bin siya PK a Rûsyayê de bûn, îro mîne ku ti carî têkiliyên wan ên sosyalîzma real nebûbe, ew pûr û pak rastgir yan jî bêlayan bûn, xwe difiroșin. Heta yên wê demê PDK wekî gasika destê emperyalîst nîșan didan jî, îro li gor rêbaya demî ketine bin çengê PDK´ê û xwe di binê siya wan de qehreman difiroșin, gelek caran peyvên radîkalên ji cihan û rastiya xwe dûr bi kar tînin. Êdî 1 Gulan pirr bala wan nakișîne. Belê mixabin, ew rêbaya salên heftêyî nemaye. Wateya 1 Gulanê siyaseta tekoșîna karkeran gelek melûl bûye. Sendîkayên zer li her derê serdest in. Ji ber rêbaya vê dema șerê cihanê yê seyemîn, ew kelecana pîrozkirina Yekê Gulanê jî hêza xwe wenda kiriye. Jiyana komun ya li Rojava hate afirandin hê wek çirûskeke hêviyê li ezman dibiriqe. Bi hêviya ev çirûsk tevahiya cihanê ronî bike, Yekê Gulanê li tevahiya karker, çîn û neteweyên bindest pîroz be.