Di merasîmê de Parlamenterê Partiya Sosyalîst (SP) ê Meclîsa Federal û namzetê dema nû Beat Jans, Parlamenterê SP ê Kantona Baselê û namzetê dema nû yê Meclîsa Federal Mûstafa Atici, namzetên parlamenteriya federal ên SP Sîlvî Schenker, Kerstîn Wenk, Brîgîtte Hollînger, Serokê Giştî yê BASTA Martîn Fluckîger, namzetên parlamenteriya Meclîsa Federal ên hevpar ên BASTA û Keskan Sîbel Arslan, Mîrjam Balmer û Koordînatoriya Tirkiyeyê ya Amnesty International a Swîsreyê Maya Heuchmann tevî gelek Kurdistanî û dostên wan amade bûn.
'Ji bo aştiyê em ê têkoşin'
Namzetên parlamenteriyê ji bo hilbijartinên parlamenteriya Meclîsa Federal ên 18'ê Cotmehê yên li Swîsreyê destek xwestin û dan zanîn ku eger bên hilbijartin ew ê ji bo hatina aştiyê li Tirkiyeyê têkoşin. Namzetan bang li ciwanên Kurd jî kir ku di nava siyaseta Swîsreyê de cih bigirin û destnîşan kirin ku ew ê her tim destekdarên têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan bin.
Paşê li ser navê Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD) axaftin hat kirin û bal hat kişandin polîtîka şer a AKP û Erdogan li hemberî gelê Kurd û derdorên demokrasiyê dimeşîne. Di axaftinê de, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê banga hesasiyetê li her kesî hat kirin û hat ragihandin, ku bi cihê nû yê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Baselê re, divê hîn xebatên girtîngtir bên meşandin. Merasîm piştî axaftinan di çarçoveya bernameyekê de bi dawî bû.
ANF/BASEL