
Li bajarên Kurdistanê bi hezaran zarokên li dibistanên Kurdî perwerdehiyê dibînin doh bi cil û bergên Kurdî ve çûn dibistanên xwe û qerneyên xwe yên serdema yekemîn bi kêfxweşî wergirtin.
Li dibistanên Kurdî doh qerne li şagirtan hate belavkirin. Bi hezaran şagirt, piştî qerneyên xwe yên serdema yekemîn a dibistanê wergirtin, ketin betlaneya nîvê salê.
Yek ji dibistanên ku qerne li şagirtan hat belavkirin, Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li navçeya Rezan a Amedê bû. Di saetên sibehê de şagirtên dibistanê, wekî her roj li dibistana xwe kom bûn û piştre li polên xwe bi merasîmê ve qerneyên xwe wergirtin. Di merasîma qerneyan de malbatên şagirtan jî cih girtin.
Bi cil û bergên Kurdî hatin dibistanê
Şagirtên ku bi cil û bergên Kurdî hatin dibistanê, bi xeml û kelecanên xwe her der renga reng kirin. Zarokên ku qerneyên xwe wergirtin li ber deriyê dibistanê kom bûn û bi malbatên xwe re wêne kişandin. Kêfxweşiya şagirt û malbatan ji ruyê wan xuya dibû.
Piştî belavkirina qerneyan, li ber avahiya dibistanê Berdevkê Meclîsa Malbatên Şagirtan Fuat Gundogan axivî û got: “Zimanê me di bin qedexeyan de ye. Divê ev dibistan li gelek deveran bên vekirin.”
Li dibistana Dayîka Uveyş jî kelecana qerneyê
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî, xwendekarên Dibistana Seretayî ya Dayîka Uveyş, qerneyên xwe wergirtin. Di wergirtina qerneyan de, encûmenên şaredariyê, malbatên xwendekaran û xwendekar amade bûn. Hevserokê HDP’ê yê Geverê Fîkret Turgut di merasîma qerneyan de axivî û diyar kir ku gelê Geverê ji bo ku dibistana Dayîka Uveyş ava bike gelek ked daye ji ber wê jî ew gelek kêfxweş in. Piştî axaftinê, xwendekar derbasî polan bûn û mamosteyan qerneyên zarokan belavkirin.
Li Dibistana Seretayî ya Fatma Tokat
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jî, şagirtên Dibistana Seretayî ya Fatma Tokat qerneyên xwe wergirtin. Rêvebirên KURDÎ-DER’ê, mamoste, şagirt û malbatên şagirtan tevlî merasîma cenazeyê bûn. Beriya qerne were belavkirin, yek ji mamosteyên dibistanê Cengîz Tîmur axivî û balê kişand ser girîngiya perwerdehiya bi Kurdî. Ji rêvebirên dibistanê Osman Koşut jî balê kişand ser polîtîkayên bişaftinê û bang li gel kir ku zarokên xwe bişînin dibistanên Kurdî.
Piştî axaftinan qerne û diyarî li zarokan hate belavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN