“Ji Mazlum Dogan, Leylayan û heta Zulkuf Gezanan wê berxwedana me bi ser keve. Em deng bidin dengê wan û bila çalakî bigîhîje armanca xwe. Teqez em ê bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin.”
Li Amedê careke din Newrozeke dîrokî hat pîrozkirin. Xelkê bajêr di pîrozbahiyê de hejmara xwe ji milyonê bihurand. Yek deng û yek peyama newrozê jî bi berxwedanê em ê bi serkevin bû.
Hevserokê KCD’ê Bertan Ozturk, li Meydana Newroza Amedê bang li sedhezaran mirovî kir û got, “Ev berxwedana ji Mazlum Dogan heta Leyla Guven û Zulkuf Gezen hatiye, wê teqez bigihîje serketinê.”
Jixwe, Newroza Amedê bi şîara “Em ê teqez bi ser kevin û tecrîdê bişikînin” pêk hat. Meydana ku bi bêhtirî milyonek mirovî mişt bû, bi sloganên “Bijî berxwedana zîndanan” û “Bijî Serok Apo” hejiya.
Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Garîp Kandemîr di axaftina destpêkê de got, “Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bi salan e ji bo aştî, azadî û demokrasî were Kurddistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hewl dide. Lê hewldanên wî bi tecrîdkirinê dibersivînin. Em daxwaz dikin ku tecrîdkirin demildest bê rakirin û daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bê qebûlkirin.”
Newroz ruhê berxwedanê ye
Li dika li meydanê paşê, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk derket ser dikê û wiha axivî: “Em bi ruhê berxwedana Leyla û Zulkufan Newroza we pîroz dikin. Heta Leyla Guven û Zulkuf Gezen hebin dê têkoşîna gelê Kurd têk neçe. Newroz ji bo me ruhê berxwedanê ye. Newroz bi ruhê Kawayan digîhîje azadiyê. Îro jî em li hember dehaqan in. Hevalên me îro li dijî dehaqan li ber xwe didin.
Îro beden dihelin, lê îrade xurt in. Faşîzm wê li ber berxwedana çalakgeran têk biçe.
Em ê bi berxwedana Zulkufan bi ser kevin
Divê gelê Kurd yeketîya xwe ya neteweteyî ava bike. Dema yekîtî ava bibe, kes nikare Kurdistanê jî dagir bike. Dema yekîtiya me hebe îro tecrîda li ser birêz Ocalan wê nehata girankirin. Tekane kêmasiya gelê Kurd ew e ku yekîtiya me ya neteweyî nîne. Divê êdî tifaqa hilbijartinê bibe bingeha yekîtiya neteweyî. Ji Mazlum Dogan, Leylayan û heta Zulkuf Gezanan wê berxwedana me bi ser keve. Em deng bidin dengê wan û bila çalakî bigîhîje armanca xwe. Teqez em ê bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin.”
Newroza Zulkuf Gezen e
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe ev 135 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Amedê peyam şand û got: “Teqez em ê bi ser kevin.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag peyama Leyla Guven xwend. Dag, bang li sed hezaran kir û got: “Me silavên Leyla ji were anîne. Me berxwedan ji were anîye. Berxwedan teqez wê bi ser bikeve. Xisûsên girîng ên peyama Guven wiha ne:
“Silav Paytexta Berxwedanê!
Silav dayikên canfeda, ciwanên leheng! Ez we hemûyan bi ruhê berxwedana zindanan hembêz dikim. Newroz li zindanan qêrina Mazlum, li bircên Amedê govenda Zekiye, li derveyê welat meşaleya Ronahi û Rahşanan e. Niha jî Newroz Mazlumê serdemê Zulkufê leheng e. Lewma navê Newroza 2019’an Zulkuf Gezen e.
Ez dibêjim bila tevahîya cihanê bizane ku em jiyaneke di nav tecridê de napejirînin û em ê bi berxwedana xwe sala 2019’an bikin sala Kurd û Kurdistanê. Bi vî ruhî û vê baweriyê silavên xwe dişînim û bi dil û can Newroza we pîroz dikim. Em ê teqez bi serkevin.”
Malbata Zulkuf agir dada
Pîrozbahiya Newrozê bi pêxistina agir dest pê kir. Malbata Zulkuf Gezen ê li Hepsa Tekîrdagê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakî pêk anî, agirê Newrozê pêxist.
AMED
Li Wanê Newroza dîrokî
Bi sed hezaran gelê Wanê herikî qada Newrozê ya li tenişta Keleha Wanê û bi coşeke mezin Newroz pîroz kir. Bi sed hezaran kesî bê navber li dijî tecrîdkirina Ocalan dirûşme gotin. Dayikên Aştiyê agirê Newrozê geş kir û pîrozbahiya Newrozê wisa dest pê kir. Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya, peyam şand û xwest gelê Wanê li dijî zilma Dehaqan bibe xelek û li ber xwe bide.
Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede jî gel silav kir û got: “Coş û beşdariya Newroza îsal dişibe Newroza 2013’an.”
WAN
Zulkuf Gezen li hemû meydanan bû
Li bajarê Fransayê Rennesê Kurdistanî li devera bi navê Charles Gaulle civiyan û heta bi Meydana Républiqueê bi meşaleyan meşiyan. Xelkê wêneyên Zulkuf Gezenî jî hilgirtin ku ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedaî kiribû. Piştî rêzgirtina ji şehîdên Kurdistanê re, li meydanê li ber stranan govend hat gerandin.
RENNES
Newroz û berxwedan bi hev re ne
Li paytexta Awusturyayê Viyanayê Newroz hat pîrozkirin. Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Viyanayê li Meydana Operaya Dewletê saet 17´an bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Paşê, li ser navê NCDK a Viyanayê Ahmet Zîrek daxuyaniyek da. Zîrek got, li dijî Dehaqê zalim Kawa çawa li ber xwe da û bi ser ket, berxwedana Zulkuf Gezen, Leyla Guven û hevrêyên wan jî wê li dijî Dehaqê roja me ya îro, bi ser keve.
Piştre xelk ber bi Resel Parkê ve meşiya û li wir şahiya Newrozê çêbû. Diruşmeyên ‘Bijî Newroz’’ ‘’Bijî Serok Apo’’ ‘’Bijî berxwedana Efrînê’’ ‘’Bijî berxwedana YPG´ê’’ li meydanê deng veda. Li meydanê Şivan Agaoglu û Sultan Yigit ên ku ev 47 roj li dijî tecrîdkiurin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 47 roj in di greva birçîbûnê de ne, agirê Newrozê dadan.
VIYANA
Polîs xwe li çarikê ranegirt
Li bajarê Elmanyayê Bielefeldê jî Kurdistaniyên bajêr û derdora wê ji bo pîrozbahiya Newrozê civiyan. Xelk li pêşiya Gara Trenê ya Navendî (HBF) ya Bielefeldê civiya, resmên Leyla Guven, berxwedêrên Strasbourgê û flamayên Ocalan hilgirtin. Kurdan û dostên wan ji raya giştî xwest hestiyar bin beramberî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan. Polîs bixwe, ji ber helwêsta xwe ya hişk a beramberî flamayên Ocalan rastî nerazîbûna xelkê hatin.
Polîsan xwe li çarika Saliha Cabbar jî ranegirt bi îdîaya ku neqişa wê sembola qedexe ye destûr neda ku meş çêbe. Saliha Cabbar jî nerazîbûna xwe wiha nîşan da: “Ev 20 sal in min çarika xwe ji serê xwe nekiriye. Ez çawa niha ji serê xwe bikim.”
Hevserokê NAV-DEM´a Bielefeldê Naîf Alkiş li meydanê axaftinek kir, bal kişand ser êrişên li dijî Şengalê û got, “Ev rojên girîng in. Ev di vê demê de Newrozê li miletê xwe pîroz dikin.”
Piştî hevdîtina bi polîsan re meşê bi slogana “Bijî Newroz”ê dest pê kir û meşê bi sloganên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Bijî serok Apo” heta bi meydana Keselbringê dewam kir.
BIELEFELD
Botan li nav û dengê xwe hat
Gelê Botanê piştî 3 salan, bi coşeke mezin Newroz pîroz kir. Li Navenda Şirnexê û navçeyên wê Sîlopî, Cizîr û Qilebanê Newroz doh bi coçeke mezin hat pîrozkirin.
Li Cizîre tevî şertên Rewşa Awarte jî bi deh hezaran kesî astengî û bendên li pêş xwe derbas kirin û herikîn meydana Newrozê. Jinan bi cilên xwe yên spî û rengên kesk, sor û zer daketin meydanî û bûn rengê Newroza Cizîrê.
ŞIRNEX