Dema welatê mirovan azad nebe, lêkolîn û xebatên pisporên dîrokî, arkolojîk, lêkolînerî û zanistî yên li ser wê jî ne azad e. Mirov çendî hewl bide jî, bi hin kêmasiyan re rû bi rû dimîne. Dema mirov li dervayî welêt jî be, hê dijwartir e. Lê divê mirov her kêliyê bi hêvî be û bê westan li pey rastiyan bikeve. Ez jî bi vê şiyarê hewl didim. Em îro berê xwe bidin keleha Gulîciyê agahiyên bi dest me ketine, bi awayeke tê fêmkirin gotin bi gotin li ber çavan raxînin. Ev keleha Gulîcî (Axkendî) bi qasê 3,5 km li başûrê gundê Melakendê ye. Ji dîharê vê keleha Gulîcî yê ji Melakendîyê bigire hetanê keleha Neynikê xuya dike, mirov dikane li ser girê başûrrojavayê Melakendê û Keleha Neynikê jî vî kelehê bi hêsanî bibîne. Ev devera deşta Zoxarê yan jî Melakendê cigeheke dîrokî ye. Li ser xaka Melakendê, li dor keleha Marnuk û Gulîcîyê cih bi cih gorên dîrokî hene. Ev tê wê wateyê ku di dema Ûrartuyan de li vir bajar û gundê Ûrartuyan hebûne. Cihê herî mezin jî kavîlên Bendepûrê li bakurrojhilatê Melakendê ye. Lê ne inîsiyetifeke gundiyên Melakendê ji bo derxistana van rastiyan heye, ne jî rayedarên dagirkeran vê rastiyê cidî digirin.
Keleha Gulîcî li ser girê Kaniya Gulîcî, bi navê din Kaniya Evdo ye. Hin gundiyên heremê jê re tenê “Girê kelê” dibêjin. Navê kevn yê dema Ûrartuyan nayê zanîn. Vî girê keleh li ser e, pişta xwe daye sirtê ku deşta Zoxar û Marmukê wek dîwarekê ji hev qetandiye. Hin jê re Sirtê Marnûk, hin jî dîharên Semerşêxê dibêjin. Ev çiyayê piçûk ku weke pişta masî dixuye, ji Alakyazê hetanê keleha Marnûkê bi qasê 3, 5 km dirêj dibe. Ji Newala çemoka Marnûkê wê de jî, bi heman bilindahî giloveriyê hetanî rêya Kop û Mûşê diçe û li nêzîkê rê diqede. Bendava Ûrartuyan jî li ser çemoka Mamiya li aliyê Rojhilat vê sirtê dike du parçe hatiye avakirin. Di navbera Keleha Gulîcî û vê bendava Ûrartuyan ya li ser çemoka Mamî de bi qasê kilometrekê heye. Ev jî vê pirsê tîne bîra mirov: „Gelo ev keleh ji bo parastina vê bendavê hatiye lêkirin?“ Lewra mirov dikane ji ser keleha Marnûkê hetanê vê deverê tevahiya deşta Zoxara ku li pêş vê kelehê ye jî, bibîne. Mirov li ser vê keleha Gulîciyê tenê beşaka deşta Marnûkê dibîne. Divê mirov vê jî lê zêde bike, mirov dikane li ser vê kelehê zevî û ziyanê devera Ziyaretê jî raçavîne.
Keleha Gulîcî li ser girê ku kadastroya Tirk bi hêjmarkoda 1600 m. destnîşankirîye, hatiye avakirin. Koordînaten wê jî wiha didin: 38.92.34 bakur, 42.04.70. Ev keleh yan jî keleha wek kozika leşkerî bi berahiya 115 x 70 m yî ye. Wek çarnîşkek rast e, dikeve nava kelehên navçe. Berîdayina vê keleh ji aliyê bakurêrojava berbi başûrêrojhilat ve dirêj dibe. Sûra wê mîna ku bi lez û bez çêkiribin, her çendî bicihkirina keviran zexm jî lêkiribin, kedeke mezin nedane teraştin û sererastkirina kevirên ku di dîwarê sûrê de bikaranîne, tenê bi awayekî edilandî bi cih kirine. Hîmê dîwarên rojhilatê kelehê bi kevirên gelek mezin ên kiklopîk lêkirine û di zinarê kewke de bi hostayî dane rûniştin. Kevirên dîwarên sûrê yên bakur piçûktir in û kevirên kîlsê ne, wisa bê xebateke teraştina hostayî lê bi awayeke edilandî hatiye lêkirin, lema kaniye hetanî vê roja me li pê bimîne. Li aliyê din parçeyên ferfûr, cêr, fera û kûzên li vir hatine dîtin jî, bi zelalî dema lêkirina kelehê raberî me dikin. Lema mirov bi hêsanî dikane bibêje, dibe ku di dema bavê Îşpunnî Sardûr I. de hatibe lêkirin. Lêkirina vê kelehê û keleha Marnûkê bi her awayî dişibin hev, ji wê mirov dikane bibêje ku herdu di heman demê de hatine lêkirin.
Min di destpêkê de nivisîbû ev dever ciheke dîrokî ye û ji her bihust xaka wê berhemeke dîrokî derdikeve. Ev li başûrê vê kelehê jî wisa ye. Pêdivî bi lêkolîneke arkolojîk a bingehîn heye. Bi qasî kîlometrekî li başûrrojhilatê keleha Gulîcî kavîlên avahiyeke bi plana giloveriyek mîna bi pergelek hatibe xêzkirin, berahiya wê li dor 40 m yî heye. Dîwarên wê bi kevirên hostayek tenê dikane rake û tev de kevirên bi hostayî teraştî ne heye. Lê ji ber ku lêkolîneke bingehînê arkolojî lê pêknehatiye, Kes nizane ku ev ji bo çi armancê hatiye lêkirin. Cihê wî bilind e, lema mirov tenê dikane vê pirsê bike: “Gelo birceke raçavandinê ye? Yan wek kewara genim (sîlo) hatiye bikaranîn?“
Der barê vê kelehê de agahiyên li ber destê me ev in. Hêvî dikim di demên pêş de, lêkolînên arkolojîk pêkwerin û agahiyên têr bi destê me bikevin. Di bingehê xwe de rewşenbîrên li Melakendê, Semarşêxê û gundê Neynikê jî dikanin insiyetîfeke parastin û lêkolînên arkolojîk yê herêmê bi damezrînin û têkevin nava xebatê. Hemû kavîlên li havîrdora herêmê lêbikolin û rastiyên di wir de veşartî derxînin. Bi vê hêviyê hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de. Keleha Guliciyê (Akkent /Axkendî) Kop
Dema welatê mirovan azad nebe, lêkolîn û xebatên pisporên dîrokî, arkolojîk, lêkolînerî û zanistî yên li ser wê jî ne azad e. Mirov çendî hewl bide jî, bi hin kêmasiyan re rû bi rû dimîne. Dema mirov li dervayî welêt jî be, hê dijwartir e. Lê divê mirov her kêliyê bi hêvî be û bê westan li pey rastiyan bikeve. Ez jî bi vê şiyarê hewl didim. Em îro berê xwe bidin keleha Gulîciyê agahiyên bi dest me ketine, bi awayeke tê fêmkirin gotin bi gotin li ber çavan raxînin. Ev keleha Gulîcî (Axkendî) bi qasê 3,5 km li başûrê gundê Melakendê ye. Ji dîharê vê keleha Gulîcî yê ji Melakendîyê bigire hetanê keleha Neynikê xuya dike, mirov dikane li ser girê başûrrojavayê Melakendê û Keleha Neynikê jî vî kelehê bi hêsanî bibîne. Ev devera deşta Zoxarê yan jî Melakendê cigeheke dîrokî ye. Li ser xaka Melakendê, li dor keleha Marnuk û Gulîcîyê cih bi cih gorên dîrokî hene. Ev tê wê wateyê ku di dema Ûrartuyan de li vir bajar û gundê Ûrartuyan hebûne. Cihê herî mezin jî kavîlên Bendepûrê li bakurrojhilatê Melakendê ye. Lê ne inîsiyetifeke gundiyên Melakendê ji bo derxistana van rastiyan heye, ne jî rayedarên dagirkeran vê rastiyê cidî digirin.
Keleha Gulîcî li ser girê Kaniya Gulîcî, bi navê din Kaniya Evdo ye. Hin gundiyên heremê jê re tenê “Girê kelê” dibêjin. Navê kevn yê dema Ûrartuyan nayê zanîn. Vî girê keleh li ser e, pişta xwe daye sirtê ku deşta Zoxar û Marmukê wek dîwarekê ji hev qetandiye. Hin jê re Sirtê Marnûk, hin jî dîharên Semerşêxê dibêjin. Ev çiyayê piçûk ku weke pişta masî dixuye, ji Alakyazê hetanê keleha Marnûkê bi qasê 3, 5 km dirêj dibe. Ji Newala çemoka Marnûkê wê de jî, bi heman bilindahî giloveriyê hetanî rêya Kop û Mûşê diçe û li nêzîkê rê diqede. Bendava Ûrartuyan jî li ser çemoka Mamiya li aliyê Rojhilat vê sirtê dike du parçe hatiye avakirin. Di navbera Keleha Gulîcî û vê bendava Ûrartuyan ya li ser çemoka Mamî de bi qasê kilometrekê heye. Ev jî vê pirsê tîne bîra mirov: „Gelo ev keleh ji bo parastina vê bendavê hatiye lêkirin?“ Lewra mirov dikane ji ser keleha Marnûkê hetanê vê deverê tevahiya deşta Zoxara ku li pêş vê kelehê ye jî, bibîne. Mirov li ser vê keleha Gulîciyê tenê beşaka deşta Marnûkê dibîne. Divê mirov vê jî lê zêde bike, mirov dikane li ser vê kelehê zevî û ziyanê devera Ziyaretê jî raçavîne.
Keleha Gulîcî li ser girê ku kadastroya Tirk bi hêjmarkoda 1600 m. destnîşankirîye, hatiye avakirin. Koordînaten wê jî wiha didin: 38.92.34 bakur, 42.04.70. Ev keleh yan jî keleha wek kozika leşkerî bi berahiya 115 x 70 m yî ye. Wek çarnîşkek rast e, dikeve nava kelehên navçe. Berîdayina vê keleh ji aliyê bakurêrojava berbi başûrêrojhilat ve dirêj dibe. Sûra wê mîna ku bi lez û bez çêkiribin, her çendî bicihkirina keviran zexm jî lêkiribin, kedeke mezin nedane teraştin û sererastkirina kevirên ku di dîwarê sûrê de bikaranîne, tenê bi awayekî edilandî bi cih kirine. Hîmê dîwarên rojhilatê kelehê bi kevirên gelek mezin ên kiklopîk lêkirine û di zinarê kewke de bi hostayî dane rûniştin. Kevirên dîwarên sûrê yên bakur piçûktir in û kevirên kîlsê ne, wisa bê xebateke teraştina hostayî lê bi awayeke edilandî hatiye lêkirin, lema kaniye hetanî vê roja me li pê bimîne. Li aliyê din parçeyên ferfûr, cêr, fera û kûzên li vir hatine dîtin jî, bi zelalî dema lêkirina kelehê raberî me dikin. Lema mirov bi hêsanî dikane bibêje, dibe ku di dema bavê Îşpunnî Sardûr I. de hatibe lêkirin. Lêkirina vê kelehê û keleha Marnûkê bi her awayî dişibin hev, ji wê mirov dikane bibêje ku herdu di heman demê de hatine lêkirin.
Min di destpêkê de nivisîbû ev dever ciheke dîrokî ye û ji her bihust xaka wê berhemeke dîrokî derdikeve. Ev li başûrê vê kelehê jî wisa ye. Pêdivî bi lêkolîneke arkolojîk a bingehîn heye. Bi qasî kîlometrekî li başûrrojhilatê keleha Gulîcî kavîlên avahiyeke bi plana giloveriyek mîna bi pergelek hatibe xêzkirin, berahiya wê li dor 40 m yî heye. Dîwarên wê bi kevirên hostayek tenê dikane rake û tev de kevirên bi hostayî teraştî ne heye. Lê ji ber ku lêkolîneke bingehînê arkolojî lê pêknehatiye, Kes nizane ku ev ji bo çi armancê hatiye lêkirin. Cihê wî bilind e, lema mirov tenê dikane vê pirsê bike: “Gelo birceke raçavandinê ye? Yan wek kewara genim (sîlo) hatiye bikaranîn?“
Der barê vê kelehê de agahiyên li ber destê me ev in. Hêvî dikim di demên pêş de, lêkolînên arkolojîk pêkwerin û agahiyên têr bi destê me bikevin. Di bingehê xwe de rewşenbîrên li Melakendê, Semarşêxê û gundê Neynikê jî dikanin insiyetîfeke parastin û lêkolînên arkolojîk yê herêmê bi damezrînin û têkevin nava xebatê. Hemû kavîlên li havîrdora herêmê lêbikolin û rastiyên di wir de veşartî derxînin. Bi vê hêviyê hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.