Li gorî heman rapora konseyê, çêkirina Bazara Niştimanî li nêzîkê kelehê û têkdana deriyê başûr ê kelehê, du sedemên negatîf in ku keleh nekeve nav lîsteya şûnwarên cîhanî. Herwiha biryara çêkirina mûzexaneyê jî li bakurê kelehê wek karekî xelet hatiye destnîşankirin. Di heman demê de derxistina xelkê ji nav kelehê jî wek şaşî tê dîtin, ji ber Keleha Hewlêrê kevintirîn şûnwarê dîrokî ye û berdewam jiyan têde hebûye.
Lê Lijneya Bilind a Nûjenkirina Keleha Hewlêrê, vê rapora Konseya Navneteweyî ya Bîrdarî û Sîteyan red dike û dibêje UNESCO´yê biryar daye ku Keleha Hewlêrê bixe nav lîsteya şûnwarên qedîm ên cîhanî. Roja 15 heta 26’ê Hezîranê li Dohayê civîna UNESCO´yê tê lidarxistin û biryara dawî tê dayîn. Ji xeynî Keleha Hewlêrê gelek cihên din jî di rêzbendê de hene ku dê biryar li ser bê dayîn ka bikevin nav şûnwarên cîhanî yan na.
HEWLÊR