Ev bû sê meh ku ez hê jî kelehên devera Dêrsimê didim nasandin. Kengê yên li Dêrimê qediyan ez ê vê carê berê xwe bidim parêzgeheke din. Ji vê devera Dêrsimê re “Firata Jorîn” jî dibêjin. Ev kelehên li vê herêmê % 99 kelehên dema Ûrartûyan in. Ev jî rastiya serwerbûna Ûrartû (Bianî, bi navê din serkariya Xaltan/Xaldan) ya li vê heremê demeke dirêj kudandiye, nîşanê me dide. Dema em kevneşopî û baweriyên gelê me yên li Dêrsimê ku ji baweriya “Ra Heq” in û konfederasyona Xaltan ya li herêma Xerza ku berê tev de Êzdî bûn, lê dû re beşek ji wan bûne misliman, dirûberînin, dibînin ku bê tevlêbîna hin navên erebî û tirkî ti cudahiyeke di navbera wan de tine. Bi her awayî mîna parçeyên sêvekê ne. Bişaftin û ezberên nijadperestiya Tirk ya li ser xaka me hatiye çandin jî nekaniye vê rastiyê biguherîne.

Piştî destnişankirina vê rastiyê; em cardin berê xwe bidin kelehên li ser zinarên li berziyan, yên ku giyanên bav û kalên me anîne gihandine van rojên bi jan, da ku em hêdî jî be, bikanin xaka pîroz ya erdnigariya welatê xwe gav bi gav binasin û nebêjin ku bav û kalên me ti tişt li pey xwe nehîştine. Divê em rastiyekê jî ji bîr nekin bav û kalên me ji maranya (ereba şer) bigire hetanî, destar, aşê bayê û avê, qanalên avê diyariya cihana nankor kirine. Bêbextiya dagirkeran û hêzên serdestên cihanê jî nekaniye vê ji ber çavan veşêre. Bes em li xwe xwedî derkevin, dest ji ezberên dagirkeran berdin û berê xwe bidin rastiyên xwe.

Ji berê ve dihat zanîn ku Kelehek li Oxunduyê heye, heta stranên gel yê li ser keleha Oxindiyê jî hene, mixabin ku bi deste min neketin. Bes ta vê roja me ti lêkolîn û agahiyên zanistî li ser avakar, awayê avakirinê, ji bo çi hatiye bikaranîn, pêknehatiye. Li gel wê ew rêya ta ji dema Ûrartûyan ve maye, kelehên Mêzgirê û Pertegê bi hev ve girêdaye, nedihat zanîn. Sipas ji arkologê hêja rêzdar Serkan Erdogan re ku bi lêkolîneke rû jî be, ev rastiya vê kelehê ragihandiye bala giştî. Hêvî dikim ku di demên pêş de lêkolînên bingehîn li ser vê kelehê pêkwerin.

Gundikê Oxundî mezreya gundê Keşîşan e û girêdayiyê navenda Mamikiyê ye, bi qasê 11-12 km. li başûrê Mamikiyê ye. Li ser gireke zinarîn hatiye avakirin. Li Rojhilatê kelehê erdeke rastê berfireh heye û ji bo çandiniyê destdayî ye, hem jî erdeke bi adan e. Her wiha mirov dikane ji keleha Oxundiyê bi hêsanî bilindahiyên çiyayê “Kertê” bibîne. Wek kelehê din ev keleh jî li ber çem e. Li Rojavayê û başûrê kelehê du çemên piçûk diherikin. Aliyê başûr û rojava jî erdeke rastê bi adan e, li vir çandiniyeke têr û tijî heye. Rêya ji lêkirina wê xuyaye ku ji dema Ûrartûyan ve maye, ji aliyê  Mêzgirê ve tê û di ser vê kelehê re diçe Pertegê, hê jî cih bi cih xuya ye. Di vê rewşa wê de xuya dibe ku ev keleha piçûk ji bo parastina vê rê û çandiniya herêmê hatiye lêkirin.

Ferfûr, kûz û cêrên li ser hatine dîtin, bi zelalî xuya ye ku ji “Demjiyana Hesin” maye. Tev de bi rengê sorahiya ber bi qehweyî ye ku ev jî rengekî xwerû ya Ûrartuyan e. Ev awa ferfûr, kûz û cêr hima bigire li vir di tevahiya keleh û cigehên dîrokî de tên dîtin. Bi taybetî jî ew kertikên mîna bendekî li ser mil û qirika kûz û cêran karektereke wê demê ye. Zinarên gir ên ku keleh li ser hatiye lêkirin ne pir mezin e, bi qasî bêderekê piçûk e. Di kelehê de sarincek di zinêr de hatiye kolan, gelek balkêş e ku li gel wê di zinêr de qanaleke piçûk jî hatiye vekirin. Ev jî bi zelalî nîşanê me dide ku ev keleheke Ûrartûyan e. Lewre di piraniya kelehên wan de ev awa qanal û sarinc hene. Li gel wê li rasta kelehê 180 zinarên teraştî û amadekirî hene. Mixabin nayê zanîn ku ev ji bo çi hatine amadekirin. Aliyên başûr û Rojavayê kelehê ku bê zinarên kewke ne, ji bo zexmkirina bingehê diwarên kelehê hatiye teraskirin û teras bi zinaran hatine qewînkirin. Bi giştî xuya dike ku keleh ji bo armancên parastina heremê hatiye lêkirin. Ango kelehek leşkerî ye.

Keleheke bi vî rengî yan jî di forma qereqoleke leşkerî de jî bi qasê 20 -25 km li başûr Rojhilatê vê kelehê heye. Navê wê “Keleha Til”, ew ji vê piçûktir e. Di binya wê re çemê Periyê diherike. Mirov têdigîhîje ku ev keleh jî ji bo parastina deşt zevî û ziyanên bi adan yê devera Çarsancaxê hatiye lêkirin. Mezinahiya wê li dor 30-40 m kareyê ye. Li vir jî kavîl û terasên ji dema serweriya Ûrartûyan mane hene.

Bêguman mirov dixwaze agahiyên herî berfireh yên li ser van kelehan bide. Lê mixabin ku bê xwedî ne, ji destê dagirkeran were, wê wekî Heskîfî tev de biruxîne. Ji ber ku di mêjiyên wan de her tişt, dirok jî bi wan dest pê dike. Bi hêviya em bikanin di keleheke din de hev bibînin. Xwe ji nexweşiya demê Coronayê biparêzin.