Li Kurdistanê piraniya cih û kavîlên dîrokî jî wekî gelê heremê sêwî ne û di destê dagirkeran de zarezar in. Lêkolînên zanistî cih bihêlin, ji bo jiholêrakirina van paşmayî û nîşaneyên şarestaniyên qedîm çi xinizî ji destê wan tên, bi aşîkarî pêktînin. Daxwaziya lêkolînerên biyanî jixwe napejirînin, gelek caran rê nadin daxwaziyên lêkolînên zanîngehên xwe yê li gor daxwaziya wan tevdigerin jî. Ne tenê ji gel û çanda Kurd, ji kevir, dar û berê Kurdistanê jî ditirsin. Kurt û Kurmancî çawa ji bo jiholêrakirina gelê me çi ji destên wan tê dikin, her wiha vê bêbabiya xwe li ser xaka me jî pêktînin.
Gelê herêmê ji ber ku gundikê Sînanê nêzikê kelehê ye, ji Keleha devera Paxê re keleha Sînanê dibêjin. Ev keleh jî xwediyê hin taybetiyan e. Demeke Pax kiribûn nehiye, lê piraniya şêniyên Paxê ji gund barkirin, tenê çend mal man, jiwê nehiyebûn jî xweber ji holê rabû. Pax û derûdora wê ciheke gelek stratejîk e. Mirov ji dîharê vê wargeha bilind hem dikane newala çemê Plemoriyê ta hetanî geliyê Qutiyê û hem jî rêya diçe Klisekê (Nazmiyê) bigire bin çavdêriya xwe. Li aliyê din rêyên ji aliyê gundên Goxerik, Kelê, Muxundî, Baxîn û rêya ji aliyê Depê (Karakoçan) tên raçavîne. Dibe ji wê be, di dema Urartûyan de li vê bilindahiya stratejîk kelehek û li Rojhilatê Paxê jî Kozikên çavdêriyê hatiye lêkirin. Li Rojhilatê Paxê mirov hê jî dikane hîm û bingehên kozikên çavdêriyê li ser zinarên li Rojavaye Keleha Pax yan jî Sînanê hatiye lêkirin bibîne. Di dema Ûrartûyan de navê vê kelehê, yan jî herêmê çi bûye, mixabin ku nayê zanîn, lê dibe ku peyva “Pax” ji dema Ûrartuyan ve mabe. Ev hêjayê lêkolînê ye.
Keleha Sînanê li ser girê ji newala çemê Plemoriyê ve 600 – 700 mêtre wek kendalekî ax û zinarîn bi meyla ji sedî 30 - 35 berz bûye, ku li ser wê jî zinarên wek dîwarekî xwezayiyê 62 mêtre bilind e, hatiye lêkirin. Ev girê keleh li ser bi qasê nîv kilometreyê li Rojavayê gundikê Sinanê dikeve, lema di nava gel de navê keleha Sînanê rûniştiye. Mezinahiya kelehê li dora 120 x40 mêtreyî ye. Bi wê herifandina wê dîwarê wê ji dûr ve wekî hêlîna eyloyekê xuya dike. Bes Bakur, Rojhilat û Başûrê wê bi meyleke ji sedî 10 bilind dibe. Ji ber awayê avakirin, parçên kûz û ferfurên serdema Hesinê ku li wir hatine dîtin, mirov bi zelalî dikane bibêje ku di dema Ûrartûyan de hatiye lêkirin.
Gelek mixabin ku sûrên wê tev de hêrifîne hatine xwarê. Zinarên pê keleh hatine lêkirin li hawirdor belav bûne. Restorekirin û parastinê cih bihêle, li vir hê lêkolîneke arkolojîkê ku bikane agahiyên bingehîn bide jî pêkneanîne, jiwê mirov nizane ka ew derenceyên di hemû kelehên Urartûyan de hetanî devê çeman dadikeve li vir jî heye yan na. Bes hîn nîşaneyên wê hene. Li gor agahiyên gel li aliyê Rojava ku gelek tîk bilind dibe û cih bi cî zinarîn e, gelek qulên ku rovî û kêvroşk tê de wenda dibin û devê çem re derdikevin, hene. Dibe ku ev qulana hetanê wê tunêla kelehê biçin û di wir re dakevin devê çem. Her wiha nayê zanîn, ka bircên wê hebûne yan na. Hin rolyef û zinarên çengeyên derî nîşanê me didin ku di dema Ûraritûyan de derê Kelahê li başûrê kelahê vebûye.
Di vê keleha stratejîk de nîşaneyên paşmayiyên şarestaniya Medan û Persan. her wiha hin kûz û ferfûrên dema helenîstîk û serweriya Romayê jî di kelehê de hatine dîtin, jiwê mirov têdigîhîje ku ev keleh vala nemaye, serkariyên din jî ji bo armancên xwe yên leşkerî ev keleh bikaranîne. Bê ve rastiya, paşmayî hin avahiyên Piştê Mîladê xwerû di dema Romayiyan de hatine lêkirin jî tê de hene. Dibe piştî lêkolinên zanistî hin rastiyên din jî derkevin.
Li Rojhilatê keleha Sînanê û Rojhilatê nehiya Paxê cih û bingehên kozikên çavdêriyê yên li ser girên zinarîn xuya dikin. Mirov bi hêsanî têdigîhîje ku bi wan jî rêya diçe Kîlîsekê û ya ji aliyê Depê ve tê raçavandine. Ev awa kozikên hinek ji kelehan dûr li dor gelek kelehên Ûrartûyan hene. Wek mînak li dora keleha Seyîdbegê, Palû û Pertegê. Ev jî nîşanê me dide ku Ûrartûyan ji bo ewlehiya şêniyên xwe tevdîrên xwe baş girtine.
Dagirkerên Tirk ji bo poşandin, ji holê rakirin, pêşî li lekolînên arkolojîk girtinê, çi ji destên wan tê dikin. Hinan diruxînin, hinan di bin bendavan de dihêlin, hinan bi dek û dolaban bi çandên din ve girêdidin. Li ser hinan jî qereqol û baregehên leşkerî avadikin. Sala 2013 an xwerû di pêvajoya hewldanên aşitiyê de qereqoleke leşkerî di forma kalekol de li ser keleha Sînanê avakirin. Gel û rewşenbîrên heremê bi tevê şaredar û saziyên civakî yên li herêmê ji bo ku pêşî li avakirina vê qereqolê bigirin serî li rêyên qanûnî dan, hetanê dadgeha Erzîncanê çûn, bê wê gelek protestoyên sivîl jî li darxistin. Her çendî bi biryara dadgeha Erzîncane lêkirina Kalekolê hate rawestandin jî, hê ew avahiya “Kalekol” li ser kelehê rawestiyaye, cardin nehatiye ruxandin. Dest bi lêkolînên arkolojîk nekirine, daxwaziyên bi vî rengî jî bi tundî redkirine û rê nadin.
Hin kesên perwerdeya paraşûtê dîtine, yan jî bi perikên hewayî derdikevin ser vê kelehê û xwe bi paraşûtê xwe ji ser kelehê berdidin newala çemê Plemoriya ku bi qasê 800 mêtre di binya kelehê re diherike. Ev di çapemeniyê de jî hate weşandin. Li gor hin agahiyan leşkeriya Tirk jî bi awayekî veşartî li vir dersên perwerdeya paraşûtê dide.
Bi hêviya em derfetên lêkolînên arkolojîk bi dest bixin, rastiyên di van keleh û kavîlên dîrokî de veşartî derbixin, pêşkêşê nivşen li pey xwe bikin, ta keleheke din bimînin di xweşiyê de.