Birîneke nakewe koçberî û serhatiyên bi êş ên vê rêwîtiyê. Li bajarê Îzmîr ê Tirkiyê li peravê Çeşmeyê keleka koçber tê de bûn noqî deryayê bû 11 kes xeniqîn û 8 jê zarok bûn. Tîmên rizgarkirinê 8 kes jî xilas kirin.
Kesên koçber dixwazin xwe bigihînin welatên Ewrûpayê û di ser Tirkiyê re hewl didin vê xewna reş a ji wan nexuya bi cih bînin. Gelek caran derya Egeyê li wan dibe qebristan. Li peravên Tirkiyê jî bi cehan caran bûyerên bi vî rengî trajîk pêk tên. Kesên koçber dibin, li Tirkiyê dikevin destê çeteyên bi ser istixbarata dewleta Tirk MÎTê ve û nexasim dema Kurd bin aqûbeta wan piraniya caran binê deryayê ye.
ÎZMÎR