Rêveberiya Kultur û Turîzmê ya Wanê, ji bo Kelha bajarê Wanê bikeve nava lîsteya UNESCOyê, bi awayek fermî pêşniyaza xwe pêşkeşî berpirsên UNESCOyê kir.
Rêvebirê Kultur û Turîzmê yê Wanê Muzafer Aktug diyar kir ku beriya salekê ji bo Grava Axtamar serdana UNESCO kiribûn û ew serdan hatibû qebûlkirin. Piştî vê serdanê biryar dane ku ji bo Kelha Wanê jî xebatek bi vî awayî bikin. Aktug got ku ji bo vê yekê jî dosya û dokûmentên xwe amade kirine û şandine Wezareta Karên Derve.
Kelha Wanê Beriya Zayînê di sedsala 8’ê de, di serdema İmparatoriya Ûrartû de ji aliyê Sarduriyê Yekemîn ve de hatiye avakirin. Ev kelha ku 3 hezar sale li ser lingaye, 5 km dûrî navenda nû ya bajêre.
Navê dêra dîrokî ya Axtamar a nav Gola Wanê jî meha Nîsanê ketibû nava Lîsteya Mîrateyên Cîhanê UNESCO’yê.
WAN