
Pora dirêj û guliyên hunandî belkî weke klîşeyekê jinan bi bîra mirov bixin. Lê di nava civaka Kurd de gelek komên cihê, pora dirêj ji bo mêran weke nîşana endambûna wê komê bipêşxistiye. Ev wêneyên hanê, mêrên Êzîdî yên ji serdemên cihê, yên gulîdirêj û gulî hûnandî (bi kezî), veguherîna hêdî hêdî ya çandê jî, muhafezekirina detayan jî nîşan didin. Bi her hwaî ew dibin kêliyên li dijî klîşeyan ango klîşeyên li dijî klîşeyan.
Wêne1: Ev wêneyê ji bo tomarkirina cil û bergên ji rêûresmê yên Êzîdiyan di destpêka sedsala 20´an de li Başûrê Kurdistanê hatiye girtin û Êzîdiyekî bi kolos şû kezî nîşan dide.
Wêne 2: Ev wêneyê Êzîdiyê Şengalê salên 80´yî hatiye girtin û ku têde sê xortên bi kezî xuya dikin.
Wêne3: Xortekî bi kolos û kezî yê Êzîdî yên roja îro bi cil û bergên ji rê û resmê. ( Ji çepê ber bi rastê ve)
NAVENDA NÛÇEYAN