Amûreke mûzîka gelêrî ya çanda Kurdî Ribab ango Kemaçe, mîna ziman, çand, dîrok û jiyana li ser vê axê, bûye qurbaniyê hewldanên asîmîlasyon û tinekirinê. Êdî dengê kemaçeyê yan jî ribabê tenê li dawetan tê bihîstin. Lewma ev amûra çanda Kurdî li ber tinebûnê ye. 

Amûra muzîkê Kemaçe bi navê din Ribab nexasim li herêma Mêrdînê û ya rastî li devera Torê û hawîrdora wê ya nêzîk, hem li deşta Mêrdînê, hem li Batmanê û hem jî li Şirnexê tê bikaranîn, êdî di nava amûrên çandî yên li ber tinebûnê, cih digire. Kemaçeya ku li herêmê mitirb lê dixin, dengê wê êdî tenê li dawetan tê bihîstin. Ribab ku gelek celebên wê hene, cûreyekî tembûrê ye ku bi şiklekî kevanê lê têxistin.

Ribab, ku li dawetên li Batman û hin deverên Şirnexê jî tê bikaranîn, bi giranî li Torê û deşta Mêrdînê û derdora wê navdar e. Mitirbên li vê herêmê, bi sedan salan e ku hunera xwe ya bi vê amûrê, emanetî nifşên piştî xwe dikin. Mitirb, bêyî hînbûna notayê ji zarokatiyê ve hînî lêdana vê amûrê dibin.

Ev nirxa çandî, ku niha tenê li dawetan dengê wê tê bihîstin, ji ber teknolojî û modernîteyê li ber tinebûnê ye. Kemaçe ango ribab, beriya niha bi 50 salan, li gund û warên bejahî ji aliyê dengbêjan ve di dema vegotina çîrokan û stranan de dihate bikaranîn.

Amûreke mûzîka gelêrî ya çanda Kurdî Ribab ango Kemaçe, mîna ziman, çand, dîrok û jiyana li ser vê axê, bûye qurbaniyê hewldanên asîmîlasyon û tinekirinê.  Êdî tenê li dawetan tê lêdan. Lewma ev amûra çanda Kurd li ber tinebûnê ye.

‘Ji karekî din fêm nakim’

Koçer Ribabî yê Dom ê 20 salî, ku ji Nisêbînê ye, hê 5 salî bû dest bi lêdana Ribabê kir. Ji bavê xwe hînî vê bû û ev 15 sal in jî lê dide. Ribabî dibêje, gelekî ji muzîkê hez dike, lewma li ribabê dide û wiha dewam dike: “Ribab ji bo me amûreke rêûresma me ye. Jixwe, yên me ji karekî din fêhm nakin. Sulaleya me vî karî dike. Kesek bi sedan kesî hîn dike. Bi sedan salan e li vê herêmê ev amûr tê bikaranîn. Ne tenê li dawetan, mezinên me di dengbêjiyê de jî bi kar dianîn. Berê diçûn gundan, êvarê civat digerandin û li ber stranan li ribabê didan. Lê niha tenê li dawetan tê bikaranîn. Bûye amûra dawetan. Êdî têrê nake ku mirov pê debara xwe bikin. Mirov li karekî din digerin, ji bo karibin debara xwe pê bikin.”

‘Ciwan naxwazin hîn bibin’

Ribabî anî ziman ku yên di emrê wî de li Ribabê dixin gelekî kêm in û got, “Bi qasî tembûr, keman û defê, qîmetê nadinê. Ji ber ku tenê li dawetan tê bikaranîn, di dema dawî de weke amûra şahiyê tê dîtin. Ciwan êdî naxwazin hîn bibin. Di salên dawî de bi taybetî li dawetan tê bikaranîn. Dema dawetan jî tenê 5 meh in. Mirov nikarin debara xwe pê bikin. Eger hûn ji muzîkê fêm nekin, hûn nikarin lê bidin.”


Kemaçe û gotina şeran


Dema mirov behsa kemaçeyê yan jî ribabê dike, ya pêşî tê bîra mirovên navsere gotina şeran e. Gotina şeran ku gelek caran bi dengbêjiyê re wek hev tê hesibandin û van demên dawiyê bi heman navî tên hildan, bi refaqeta kemaçeyê re çandeke taybet a bi herêma Torê û hawîrdora wê ya yekser e ku deşta Mêrdînê, Reman, û hin deverên Botanê jî digire nav xwe. 

Navên mîna Miradê Kinê, Bedrano û Reşîdê Omerî ji wan navan in ku beriya çend nifşan di vê çarçoveyê de tenê li civatan digotin, her wiha şerên xwe di kasêtan de dan tomarkirin û belav kirin. Taybetmendiya gotina şeran ew e ku hem muzîk û hem jî gotina serpêhatiyê bi hev re di nav hev de tên hûnandin. Kesê şerekî bibêje hosteyê gotinê ye, dizane li hev bîne û di heman demê de hosteyekî bi zarê xelkê kirinê ye, şanogerek e ku bi şiv, kemaçe, mîmîkên xwe, û dest û rûniştina xwe divê her bala civata li dora xwe li ser xwe bigire. Kulîsên şerekî ji lêxistina kemaçeyê, gotina stranwarî ya helbestî, gotina rîtmîk a arîşe û cengan û ji gotina serhatîbêjiyê ku mislê pexşana nivîskî ye.

Şerbêjekî ku hosteyê kemaçeyê ye jî van kulîsan hemûyan di nava hev de divê weke hostekarekî bihûne. Ev çanda hanê roja me ya îro li ber nemanê ye, ji ber ku nifşên nû bêhtir kemaçeyê tenê di dawetan de lê dixin û talibên wê jî ji ber amûrên mîna televizyonê û jiyana bajarvaniyê kêm bûne.


OZGUR AYDIN / ANF / MÊRDÎN