SALIH DOGAN/NAVENDA NÛÇEYAN


Di hevpeyvîneke ji bo rojnameya me de Endamê Konseya Rêveber a KCK´ê Riza Altun behsa serdema birêxistinbûna li taxa Enqerê Tuzluçayirê kir; bi vî rengî jî dîroka vê taxa ku beriya PKK bibe partî weke taxa Apoyiyan navdar bû, ji bo Tevgera Azadiya Kurd ronî kir. Ji kadroyên PKK yên pêşeng Kemal Pîr li vir xebata rêxistinê meşand û komek ava kir. Yekem şehîdê tevgerê jî Alî Dogan Yildirim ê ji Tuzluçayirê bû. Ji vê hevpeyvînê em ê berê xwe bidin beşa li ser xebatên rêxistiniyê yên Kemal Pîr.

 Endamê Konseya Rêveber a KCK´ê Riza Altun li ser pirsa gelo apoyiyê pêşî li taxê Kemal Pîr bûye dibêje: “Beriya ku Kemal Pîr bê, bingeheke xurt hebû li Tuzluçayirê. Hatina Kemal Pîr rastî salên 75´an tê. 

Beriya Kelam Pîr bê, her kes li ser navê Çepê Tirkan tevdigeriya. Herçî em bûn, ango ew kesên ku paşê wê tevlî nav refên PKK´ê bibûyana, meyla me ber bi Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê bû. Li ser esasê sempatiya bi Denîz Gezmîş û hevlaên wî re komek hebû. Helbet weke rêxistin jî beramberê wê hebû; hîna THKO bi temamî tasfiye nebûbû, nav guhertibû û nûneriya wê rêûresmê dikir,sempatiya me jî ji bo wê bû. Dema Kemal Pîr cara yekê hat Tuzluçayirê rewş ev bû.”

Em ji Riza Altun fêr dibin ku Kemal Pîr li taxê pêşî têkiliyê bi kê re datîne li taxê: “Dema Kemal Pîr hat, ti kesî ew nas nedikir. Bi kesek, diduyan re hat qehwexaneyê, û wekî din carekê diduyan hatibû komeleyê. Me ew li wir dît, li ji ber ku kesî ew nas nedikir, ka kî ye, çi kes e, me ji xwe nepirsî. Li wê taxê her kes yî din nas dike. Her kes hevalê hev ê zaroktiyê ye, di komên cihê de bin jî ji vê û wêde hevaltiya zaroktiyê heye. Ji ber wê jî dema Kemal Pîr hat, welê tesîr nekir û nekete taxê; diviya bû hin bûyer biqewimin. 

Diviyabû xwe xwe îsbat bike. Ya li wir populer, şer û pevçûnên bi wê derdorê re bûn. Hem li dibistanan de di navbera çep û rasta siyasetê de parçebûn hebû; timî rewşeke pevçûnê, şer heye, diviyabû dest li vê rewşê bê werdan. Li aliyê din li tacxên keviya bajêr li her bereyê şer hebû. Diviyabû li her du waran de xwe îsbat bikira.”

Kemal Pîr rojekê li qehwexaneyekê tê cem koma wan ciwanan ku Riza Altun jî di navê de ye û dibêje, ez jî dixwazim bi we re afîşan li dîwaran bixim: “Ji ber ku me nas nedikir, em bi guman nêzî wî bûn. Me got, ‘tu bi dilê xwe yî’. Hingê jî Kemal Pîr got, ‘heger hûn li ser afîşê navê DGB´ê reş bikin, ezê bêm’. Lê li taxê derdekî me yê alîkariyê nebû, me got, ‘tu têyî nayê, tu bi dilê xwe yî’. Di dawiyê de ew ji ya xwe hat xwarê.”

Hema êvarê ciwanên derketî afîş dailqandinê biryara sedegirtina komeleyeke faşîstan li taxake bi tehlûke didin. Kemal Pîr li ber radibe, dibêje, ev provokayona. Di encamê de şer bi faşîstan, polîs û notirvanên taxê re diqewime û Kemal Pîr bi van bûyer û helwêstên xwe li taxa Tuzluçayirê navdar dibe. Lê kom tê dernaxe ka koma siyasî ya Kemal Pîr çi ye, ew jî ji wan re nabêje.


Hîna koma Apoyî yan jî PKK ava nebûbû

Li gorî Riza Altun sedema wê yekê ku Kemal Pîr ji wan re behsa navê koma xwe nekiriye, ew e ku muhtemelen hingê hingê komê biryara kombûnê nedabû û wiha dewam dike: “Dema çû Kurdistanê û vegeriya helwêsta wî ji serî heta binî guherîbû. Piştî ku Kemal Pîr çû Kurdistanê û vegeriya, komê xwe li vî karî qewimandibû; Kemal cara duyem hat taxê. Dema hatî bêhtir darî çav bû. Êdî pirr eşkere behsa Kurdîtiyê, Kurdistanê, cihê rêxistinbûyîna Kurdan dikir. Wekî din digot, heta şoreşa Kurdan pêk neyê, şoreşa Tirkiyeyê pêk nayê. Tiştên weke, şoreşa Rojhilata Navîn bi Kurdan dibe, digotin. Wî her wiha got, hevalên wî hene ku van fikran diparêzin û divê em wan nas bikin. Heta hingê me tiştên wee van nebihîstibûn.”

Altun dibêje, hingê li taxê heger hin ciwanan bigota temam, em qaneh bûn, yên din jî weke wan dikir û mijar bêhtir bi rengê qanehbûneke nerm bi rê ve çûye. Kemal gotiye, karê min heye, ez diçim û hûn têkiliyê bi hevalên din redeynin.

Kom pêşî Hakî Karerî nas dike, paşê Duran Kalkan û Abdullah Ocalan li Anittepeyê li malekê nas dikin: “Piştre em xelkê taxê bi hev re li ser peywendî danîna bi hevalan re di destpêkê de em ji wan tiştên Kemal Pîrî gotî jî bihurîn û em tevlî nav refên koma Apoyî bûn.”

Apociyên yekem yên ji Tuzluçayirê jî Hasan Şerik, Metin Aslan in, piştî wan jî Riza Altun behsa Dogan Kiliçkaya, Ali Riza Yildirim, Mahmut Bilgili, xwe û birayê xwe Haydar dike ku komeke sîsikê ya ji 15 kesan pêk tînin: “Xisleteke komê jî ew bû; li taxê zêde Kurd nebûn, Kurd kêm bûn. Kurd hebûn, lê pirranî Turkmenên Elewî bûn. Di nava koma me de jî Tirk bêhtir bûn. Ji bilî min û birayê min, ev hevalên min navê wan birî, hemû Tirk bûn. Paşe yek didu Kurdên ji Qeyserî, yek diduyên ji Dêrsimê jî çêbûn, yê mayî hemû hevalên bi eslê xwe Tirkmen bûn.”