Ji KNK’ê heta Partiya Komunîst a Iraqê û nûnerê Partiya Erebî ya Îslamê, nûnerên gelek partî û saziyan beşdarî bîranînê bûn.

Kurdistaniyên li Salona Mozaik a Amsterdamê hatin cem hev, “Şehîdên Meha Gulanê” bibîr anîn. Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade, Nûnerê Partiya Erebî ya Îslamê yê Hollanda Hatem Al Ahwaz, Nûnerê Partiya Komunîst a Iraqê Casim El Ampel, Nûnêr PUK Snason Racog, namzetê parlamenteriya Parlamenta Ewropayê Yunus Lutfullah û Nûnerê Kurdistan Jenosid Serkewt Fetah jî di nav de nûnerên gelek partî û saziyan di merasîmê de amade bûn.
Di bîranînê de destpêkê li ser jiyan, têkoşîn û sedema darveirina Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan ên di 9’ê Gulana 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, sînevîzyonek hat nîşandan.
Nûnerê PJAK’ê Şerzad Kemanger di civînê de axivî û diyar kir ku Kurdên hatin darvekirin li pêşberî zextên rejîma Îranê serê xwe netewandine.
Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Hollandayê Harry van Bommel jî da xuyakirin ku divê ji bo rawestandina darvekirinên li Îranê heyeteke navneteweyî bê avakirin û destnîşan kir ku ew li cem gelê Kurd cih digire.
Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî got, “Welatparêzên hêja; ya ku em anî cem hev fedaiyên Kurdistanê ne. Wan ji bo welatekî azad, ji bo gelên Rojhilata Navîn bi lehengî li ber xwe dan û gihaştin şehadetê.”
Aydar diyar kir ku berxwedana Ferhat Kûrtay û hevalên wî ya di salên 80’î de li zîndanên Amedê destpê kir, di salên 2000’î de li zîndanên Îranê bi Şîrîn Elemhûlî û Ferzad Kemangeran dewam kiriye û got, “Ev serîhildan ji Leyla Qasiman û vir ve dewam dike. Me berdêlên mezin dan, hînê jî em didin. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê berxwedan û têkoşîneke mezin dewam dike. Ev berxwedan wê li her derê dewam bike.”
Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade, Nûnerê Partiya Erebî ya Îslamê yê Hollanda Hatem Al Ahwaz, Nûnerê Partiya Komunîst a Iraqê Casim El Ampel, Nûnêr PUK Snason Racog, namzetê parlamenteriya Parlamenta Ewropayê Yunus Lutfullah û Nûnerê Kurdistan Jenosid Serkewt Fetah jî di merasîmê axaftin kirin.
Bîranîn bi muzîka Roder û Nerman Goran bi dawî bû.

ANF/AMSTERDARM