LÎLAV ELÎ JINNEWS/ŞEHBA Nehîde Muhemed her sibe radibe kember dide hev, da ku bikaribe vê bifiroşe û pê debara xwe bike. Kember navê giyayekî ye hema bêje li hemû gundên Şehbayê peyda dibe. Nehîde Muhemed (45) ku dayika pênc zarokan e û ji Şehbayê ye. Nahîde ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê neçar bûye ku ji Şehbayê derkeve û berê xwe bide Efrînê. Nehîde 2 salan li Efrînê dimîne û sala 2018’an bi xelkê Efrînê re koçber dibe û dîsa vedigere Şehbayê. Nehîde dibêje ji bo ku ez malbata xwe xwedî bikim min dest bi komkirina giyayê kemberê kiriye û wiha diaxive: ‘’Ez giyayê kember ji hemû gundên Şehbayê kom dikim û difroşim. Ev giya ji bo nexweşiyên weke jehirbûnê û îltîhabê tê bikaranîn. Dema bazirgan van giyayan dikirin jê dermanan çê dikin. Ez her roj siharê zû şiyar dibim û ji erdên ku kemer lê şîn dibin heta nîvro nêzî kîloyekê kom dikim, difroşim û pê debara malbata xwe dikim. Ev kar ne hêsane lê ji ber ku ez ji xwezayê hez dikim tehemûl dikim û xweza jiyana min geş dike. Ez jî bi komkirina kemberê debara malbata xwe dikim.”