
S. ASÛMAN DEMÎR/STENBOL / ANF
Giraniya herî mezin a şer ew e ku ken bi mirovan dide jibîrkirin. Kenekî di vê rewşê de nîşan dide ku hêvî neqediyaye.
Palyaçoyên Sînoran Nas Nakin (Clowns Without Borders -CWB) saziyeke civaka sivîl e ku ev qederê 30 salan e ku li herêmên şer û karesatê, ji bo jin û zarokan pêşandanan dike. Sazî li 15 welatan kar dike û li her welatî weke saziyeke civaka sivîl a serbixwe tevdigere. Tirkiye jî yek ji van welatan e. Projeya ku ji sala 2015’an û vir ve li Tirkiyeyê tê meşandin, bi hewldana Guray Dînçol, bi 20 dilxwazên ji Stenbol, Amed û Emerîkayê dest pê kir. Komê Tîrmeha 2015’an dest bi kar kir û vî karê xwe didomîne. Endamên din ên komê, ji hunermendên ji nava welêt û derveyî welêt pêk tên.
Endama koma Palyaçoyên Sînoran Nas Nakin, Ezgî Keskîn qala projeya xwe ya li Tirkiyeyê dike: “Di navbera rêxistineke civakî ya navneteweyî ya sivîl û Projeya Tirkiyeyê ya Palyaçoyên Sînoran Nas Nakin de peymaneke me ya ji bo 5 salan heye. Sê sal bihurîn. Li gorî peymanê, her sal ji bo perwerdeyê, hîndekar û tûrneyê wê piştgirî bê dayin. Piştî pênc salan, em ê bi CWB yan jî bi navekî din dewam bikin. CWB markeyeke girîng e. Ji bo li welêt bi vî navî tevbigerin, pêwîstî bi performans, tecrûbe, hejmara lîstikan, hunerê organîzasyonê û tecrûbeya dilxwazan heye. Em dixwazin di dema pêş de ji bo Tirkiyeyê nûnertiyekê vekin. Me 4 projeyên xwe li Tirkiyeyê qedandin.”
Hewldana ken e
Koma ku li herêmên bobelat û şer kar kir, heta niha li Amed, Riha, Êlih, Dîlok, Elezîz, Stenbol, Hatay û Edeneyê pêşandan li dar xistine. Lê belê îsal ji ber Rewşa Awarte destûr nehate dayin ku bikevin nava kampên penaberan.
Keskîn a ku ev sê sal in di nava Palyaçoyên Sînoran Nas Nakin de cih digire, tîne zimên ku weke armanca sereke ew dixwazin jin û zarokên ji ber şer û karesatê ji cih û warên xwe bûne, tevlî lîstikan bikin, cihê wan ê lê dijîn, ziyaret bikin, nîşan bidin ku ew tine nayên hesibandin û kêm jî be wan bikenînin.
Keskîn di dewama axaftina xwe de dibêje, “Di projeya destpêkê de ku CWD desteka hîndekariyê dabûyê, Tim Cunningham gotibû; di lîstikên xwe de em li gorî ti îdeolojiyê tevnagerin. Tenê em hewl didin bikenînin. Her ku em hewl didin tenê bikenînin, karê me dikeve rewşeke îdeolojîk. Ya ku xwîna me dikelîne, ev e.”
Ji biçûkan heta mezinan elaqeyeke hêja
Têkildarî elaqeya zarokan a ji bo wan jî Ezgî Keskîn wiha diaxive: “Zarok bi giranî yekemcar e ku lîstikeke bi vî rengî dibînin û beşdarî wê dibin. Zarokên ku ev lîstik berê dîtine, zarokên li bajarên mezin jiyayî ne. Lê belê yên ku ev derfetên xwe berê nebûn, bi baldarî, coş û kêfxweşî li me temaşe dikin. Dema dibihîzin ku em tenê ji bo wan hatine cihê ew lê dijîn, matmayî dimînin, ji ber ku ji wan we ye ku kes li wan nafikire. Mirovên bi emr jî bi baldarî li me temaşe dikin. Jin dixwazin bilîzin, beşdar bibin. Jin jî, zarok jî bi vî rengî me pêşwazî dikin. Mîna ku ev yek tişta herî girîng a li cîhanê ye, tevdigerin. Ji ber vê yekê, dema em karê xwe diqedînin û vedigerin malê, ‘bi me we ye ku veger sûc e’. Ev yek jî tîne bîra me ka divê em çima karê xwe bidomînin.”
Karekî giran e
Wekî din, meseleya ziman jî heye. Zarok û jinên di çarçoveya projeyê de serdana wan tê kirin, hemû bi yek zimanî naaxivin. Keskîn dibêje, ev yek zêde ne girîng e û destnîşan dike ku ferd di ser neteweyan re ye.
Aliyê hilweşîner ê şer, gelekî bandorê li koma wan dike. Keskîn dibêje, ew gelek çîrokên dilşewat dibihîzin, lê tevî vê yekê jî li wê derê ne û wiha dewam dike: “Ji bo mirov karibin di nava vê projeyê de cih bigirin, divê dilê mirovan mîna kevir be. Ji ber ku tişta mirov dibîne, çîrokên ku mirov dibihîzin, dike ku mirov ji mirovbûna xwe fedî bike. Dike ku mirov li jiyanê bipirse. Û di heman demê de dibe sedemeke gelekî mezin ji bo mirov vî karî bike.“
Palyaçoyên Sînoran Nas Nakin ev hefteyek e ku di rê de ne: Li Hatay û Rihayê bûn. Herî dawî wê li Dîlokê mirovan bikenînin.