Gava ku DAÎŞ'ê êriş bir li ser Şêngalê û xapexaq dest bi jingirtinê kir û gava ku min van yekan bihist jî, hevokên Ksenophon yek bi yek li ber çavê min derbas bûn. Ew deng û strandina jinên Şêngalê ku xwe ji zinaran berdane xwarê, di guhên min de tingîniyan pêxistin.
Lê çendek şunde gava ku hêzên Kurd xwe gihandin Şêngalê û rêyeke ewleh vekirin û ew zarok, ew pîr û kal, ew jin û zilam, ew însanên bêkesmayî parastin, min got, êdî dem ne dema berê ye, êdî hovîtî nikare kendalên erdnigariyê Kurdan dîsa wekî kendalên jinkujeriyê bikarbîne. Ew kendal, êdî ber bi jiyaneke birûmet ve diçe...
“Kendalên Jinkujer”
Destpêkirina çîroka me, berî Îsayê Mesîh, sala 401 e... Destpêka çîroka me 401 sal berî Îsa, anko ji îro wêde 2 hezar û 415 sal e. Wargeha çîrokê, ji Yewnan bigirin heta Îran a îroyîn e. Di çîroka me de, şaristaniyên berê hene, welatê bi dehan mîr, beg û desthilatdar tevda ne... Çandên cûda, cûda ne... Ji wan wêdetir gelek çiyayên bilind, deştên mezin, çolterên dûr û dirêj, deryayên bêdawî, newal û karesatên bihişmend, hendek, çem û berg, qenalên avan, bajar û bajarokan, gund û qesrên dewlemendan heye li ser rê ya me...Çîroka me li wê demê, di nav şert û mercên tengav de dest pê dike. Careke din, bi wesîleyeke din jî min behsa vê çîrokê kirî bû, Qeyzerê Îranê ya wê demê Artakserkses bû, lê birê Artakserkses Kyros, ji bo desthilatdariyê xwedî çavsoriyeke mezin bû û dixwest ku desthilatdarî ji destê birayê xwe yê mezin hilde. Ji ber vê yekê jî, piraniya wan Grek, anko Yewnan, artêşeke mezin kom kirî bû, lê temam leşkerên vê artêşî bi pare hatibûn gel hev û mebesta wan dewlemendbûn bû. Em dirêj nekin, Kîros û artêşa wî, li ser rêyeke dûr meşiyabûn. Ji Athenê (Atîna) bigirin heta Manîsa, Îzmir, Antalya û Mêrsîn (Kilîkya), dirêjî li ser Kurdistan, ji wê derê heta dawiya Kirmenşa'yê... Li ser çemên Dîcle û Firatê, heta Kunaksa'yê çûn. Şer li wê derê destpêkir û qewimî, şerê herî tund li wir xilas bû û Kîros hate kuştin. Artêşa Kîros, li himberî Artakserkses zêde ber xwe nedan, piraniya wan mirin, yên mayî jî ji xwe re serfermandarek (Ksenophon) hilbijartin û rê ya vegerînê girtin. Lê deh hezar leşker... Xwarin û vexwarina wan, razan û ewlehiya wan kêşeyekî gelekî mezin bû. Piraniya wan jî wekî DAÎŞ a îro hov, bêmêju, bêhişmend, ji însanetiyê dûr, komeke bi vî rengî bûn. Ji ber vê yekê, ya ku ji dîrokê re maye û gihiştiye îro jî, bûyerên vegerînê ye. Di mêjî ya mirovahiyê de ew şerê dijwar na, dijwartî û tundiya ew şerê na, trajediya dema vegerînê maye. Gava ku artêşa Kîros berê xwe dabû Yewnanê, rê û rêbazî jî tune bû, yên ku rê dizanîbûn, yên ku cem Kîros rêzan, rêber û şêwirmend bûn, tevahiya wan di şerê de jiyana xwe ji dest dabûn. Bi van şert û mercan, rêwîtiya vegerînê dest pê kir. Deh hezar hov, deh hezar hêzdar û wehşî, deh hezar cinawir, deh hezar çavsor, deh hezar însan ku ji însanetiyê dûr li rê bûn û îja ew rê li ser çemên Dîcle û Firatê ve dirêj dibûn, qasî ku em ji pirtûka Ksenophon "Vegerîna Deh Hezar Kesan" fêrbûn, şerê herî dijwar di navbera artêş û Kurdistaniyan derbas bû. Em bi meal, bi wateyê ji zimanê Ksenophon vebêjin, ew artêş, ji Îranê bigire heta Behra Reş, anko Sînop û Bolû, heta Stenbola îro, li ku derbas bin, her der talan û dagir kirine. Wekî DAÎŞ'ê îro çavsorî û hovîtî kirine, zilam kuştine û jin ji xwe re birine. Zevî û baxçeyên gundiyan tev tar û mar kirine. Li hin ciyan wek bi awayekî stuyên desthilatdaran tewandine, li hin waran jî bi şerên dijwar ve mebest û armancên xwe pêkanîne. Lê li Kurdistan, rastî şêwazeke din hatine. Kurdistaniyan, wek mêvanperwer wan giran kirine, xwarin û vexwarin dane, lê gava ku artêş destdirêjiya namûsê wan kirine, îja şerekî ji her şerê dijwar qewimandine. Li gorî Ksenophon, gelên wê derê, ji bo ku jin û keç nekeve destê artêşê, xwe ji keviran, zinaran û kendalan avêtine. Wek rîtûaleke şerê, wek şêwazeke şerê, berê jin, pişt re zilam mirine. Lê dawiya dawî, artêşa Ksenophon, derbeyê herî mezin li wê derê xwarine, birîna herî mezin li Kurdistan girtine.