Wisa xuya dike ku hikûmeta AKP’ê jî dê bide ser şopa hikûmetên berê. Ew ê jî carekê hewl bide ku kêşeya kurdî bi darê zorê, bi dek û dolaban çareser bike. Dema ku mirov bala xwe dide “çapemeniya alîgira AKP’ê” mirov vê yekê bi awayekî zelal dibîne. Aqilmendên AKP’ê bi awayekî aşkera qala qirkirina gerîla û dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin.
Her çiqas hikûmeta AKP’ê dide ser şopa hikûmetên berê jî, bi hinek taybetiyên xwe hikûmeta ji hikûmetên din vediqete. Hikûmetên berê di bin fermana artêşê de bûn, bi gelemperî serokwezîr li gorî biryar û fermanên generalan tevdigeriyan. Lê hikûmeta AKP’ê piştî ku general têk birin, tola 28’ê sibatê ji wan stand û ew xistin bin fermana xwe, biryara şerekî wiha dide. Hikûmetên berê ne bi destê xwe bûn, lê hikûmeta AKP’ê heke şerekî wiha bide destpêkirin, ew ê bi vîn û biryara xwe vê yekê bike. Ev rewş sûc û tawana hikûmeta AKP’ê girantir dike.
Hikûmeta AKP’ê jî wekî hikûmetê berê dibêje, “Em ê demokratîkbûnê û şerê li dijî PKK’ê bi hev re bimeşînin.” Me demokrasiya hikûmetên berê dîtibû, demokrasiya wan îşkence û kuştin bû. Demokrasiya AKP’ê jî ev neh sal in em dijîn. Demokrasiya wan jî girtina siyasetmedarên kurd, dizîna parlamenteriyê, kuştina li kuçe û kolanan e.
 Demokrasî û şer du têgihên li dijî hev in, tu kesî nekariye di nav şer û pevçûnê de demokrasiyê ava bike. Rêz û rêgezên şer cuda ne, di şer de divê hemû kes li gorî pêdiviyên şer tevbigerin. Di şer de kes nikare bibêje, “Ez naxwazim mirovan bikujim.” Kes nikare bibêje, “Barê aborî yê şer pir giran e, ez nikarim hilgirim.” Her kes mecbûr e di şer de xwe feda bike, heke pêwîst bike bimire û bikuje.
Mirovên herî demokrat jî di dema şer de ji pîvanên demokrasiyê dûr dikevin. Demokrasî tiştekî cuda ye. Demokrasî aştî û aramiyê dixwaze. Tekane şerê rewa, şerê ji bo parastina hebûnê ye. Mirovek an jî gelek ji bo parastina hebûna xwe dikare şer bike, lê ew şer jî divê ji wî sînorî derbas nebe. Mixabin pirî caran piştî ku şer dest pê kir, ji kontrolê derdikeve. Destpêkirina şer di destê mirov de ye, lê qedandina wî ne di destê mirov de ye, lewre şer bi aliyan tê meşandin, qedandina şer jî divê bi biryara her du aliyan be.
Ji bo rawestandina şer hêz û vîneke pir xurt, mirovên jîr û jêhatî pêwîst in. Mixabin AKP her çiqas xwediyê wê hêzê be jî, ne xwediyê wê vîn û daxwazê ye. Kêşeya kurdî ji mêj ve ketiye qonaxa çareseriyê, Rêberê Gelê Kurd bi salan e ji bo çareseriyê hewl dide. Lê belê li aliyê tirkan hêz û daxwazeke bi vî rengî dernakeve holê. Ji bo wan parastina rewşa heyî û domandina desthilatiyê di ser her tiştî re ye. Paradîgmaya ku Komara Tirkiyeyê li ser ava bûye ji mêj ve têk çûye, lê desthilatdarên Tirkiyeyê dixwazin bi rengên cuda wê paradîgmayê bidomînin.
Hikûmetên berê polîtîkayên qirkirina spî û sor a gelê kurd bi awayekî hişk bibin sêrî, hikûmeta AKP’ê jî dixwaze van polîtîkayan bi rengekî nû bidomîne. Hikûmetên berê hewl didan ku nasnameya kurdî ji binî ve ji holê rakin, hikûmeta AKP’ê dibêje, “Ez ne dikujim, ne jî dihêlim ku geş bibe, bila wisa nîvmirî bimîne, çawa be di van mercan de nikare demeke dirêj bijî, ew ê xwe bi xwe bimire.”
Her wekî çawa hêvî û daxwazên hikûmetên berê di qirika wan de ma, li şûna ku têkoşîna gelê kurd têk biçe, ew bi xwe têk çûn, dê aqûbeta wan bê serê AKP’ê jî. Dîsa jî dil dixwaze ku dîrok xwe dubare neke, îcar riya aştî û azadiyê vebe. Ji ber ku ker bi kerîtiya xwe dema ku li cihekî bikeve, êdî careke din di wir re derbas nabe.