Her sibehan bajarê Kerkûkê û gundên derdora wê bi dengê teqîn û topbaran ji xewê radibin. Mala wan li ser pişta wane û ji bo her rewşê amade ne. Ev rewş ji wan re tiştekî nû nîne. Bi salane ji DAIŞekî xilas dibin yek din tê û nikarin wek herkesî jiyan bikin. Dibe ku îro jiyan di bazarên koletiya modern de gelekî erzan be lê belê mirovên vir razîne ku li ser şûnewarên xwe bimînin, heta sibê birsî razên û hedara wan ji dengê guleyan nebe lê naxwazin berê xwe bidin bazarên firotina ruh û canê xwe. çend roje li Kerkûk û gundên derdora wê me. Jiyan li vir wek ku mirov ji derve ve dibîne nîne. Ji bo me şer, kuştin, koçberî û êşên li vir tenê mijareke nûçeyane û derbas dibe û diçe. Lê belê mirovên vir di nav van rastiyên ku em wek fîlm dibînin û bawer nakin rastî be, jiyan dikin. Dema mirov nû tê û vê rewşê dibîne ji mirovan re gelekî zehmet tê, lê mixabin bi demê re mirov neçar fêrî vê rewşê dibe. Tu ji xwe re şaş û matmayî li mirovên van deran temaşe dikî. Rojek nîne ku dengê teqînê wan ji xewê şiyar neke. Di navbera çend seat û carekî de misoger hevanek tê û li tenişta te dikeve, guleyek tê û li ber serê te ve derbas dibe. Lê hemû gund wek hev zindî û bêxemin, ji înada vê naaramiyê gelekî aram û hêminin. Dîsa dengê dîk û kûçikan li gund tê bihîstin li kêleka dengê teqîn û gulebaranan. Dîsa diçin ser gola gund û masiyan digrin li gel ku şeva beriya wê xew neketiye çavê wan û heta sibê nobedarî kirine.
Li kîjan wesayîtê siwar dibî, dengê stranên qedîm û dilnişîn te bi xwe re dibe û dibe. Di nava cadeyekî de dimeşî ku herdu aliyên cadeyê gund hene û çirayên wan pêxistîne. Aliyek gundên ku DAIŞ’ê dagir kirine û aliyek jî gundên di destê gerîla û pêşmergeyan de. du cihanên gelek cuda hene li kêleka vê cadeyê, yek cihana ronahî û berxwedanê ya din jî tarî û tarî. Ne ku ronahiya gundên ku di destê DAIŞ’ê de ne, xuya nake lê li gel te ew gund bêçiraye, miriye û nemaye. Tu qet naxwazî vegerî û li wê aliyê xwe temaşe bikî. Ji şofêrekî dipirsim ma hûn natirsin wusa bi hêsanî li ser vê cadeyê tên û diçin? Dikene û dibêje li vî welatî jiyan gelekî erzan bûye, em dilê xwe dixin nav destê xwe û ser van rêyan tên û diçin. Li gel xwe mirov difikire ev kesên gelekî fedakarin lê belê mixabin bi salane ku mehkûmî jiyaneke wusa hatine kirinê. Li van gundan gelek kêm netewên wek Kurd, Ereb û Tirkmen bi olên cuda cuda bi hevere jiyan dikin. gundên wan yeke, heta ziyaretgeh û mezarên wan jî li kêleka heve, ev yek ji bo wan reweşke gelekî normale, dema ez îro hatim nav bajarê Kerkûkê bixwe jî, ev tablo her derî hebû. Di nav bazarê de yek bi kurdî gazî dike, yê din bi erebî û yekî din jî bi tirkmenî û her yek jî tişteke li gor çand û xwezaya xwe tîne û difroşe. Ger yek dengê Quranê li dikana xwe bilind bike û guhdar bike, yê li dikana kêlekê dengê Hesen Zîrek bilind dike û guhdar dike. Kes ji kesî re nabêje çima tu wusa dikî. Ez bi van wêneyan ewqas bandor bûm ku min fikirî ger ev desthilatdariyên berjewendîparêz û xwînmij nebûna gelo wê niha rewşa gel çawa biba. Ez bawerim wê hîn demokratir ji wan îdiayên wan kesên ku bi derewên demokrasiyê ji wî milî avê hatin û ev axa ewçend dewlemend û qedîm di gola xwîna hirs û desthilatdariya xwe de gevizandin. Her sibehan dema mirov radibe û bedewiya derketina rojê bi agirê bilind û gur ê ku ji bîrên petrolê derdikevin temaşe dike, mirov tenê ji vî welatî re azadî û aramiyê hêvî dike, ji ber ku yek ji daxwazên sereke yên gelên vê herêmê ewe ku dema berbangê radibin û bedewiyek wusa temaşe dikin, dengê teqînê guhê wan ker neke û bi hesreta jidestçûyîna dewlemendiyên axa xwe li pêtên agir temaşe nekin. Misoger di dilê her niştecihên vî bajarî de ev yek derbas dibe ku agir ya meye, her roj li pêş çavê meye lê ji bo xelkê pêdikeve û em xêrekî jê nabînin. Gelo wê kengê ev agirê ji bo me pêkeve û gelo ew rojê were ku em jî berbangekî silavek bêtirs bidin rojeke azad? Îro Kerkûkek dev biken heye li pêş çavê me hemiyan lê dilê wê gelekî birîndare, birînek xedar ku li benda pêçandinê ye.