Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD´ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Ocalan di roja 44’yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê li hepsên Tirkiye û Kurdistanê jî hepsiyên siyasî ji 27’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne, ji van 9 di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne. Li Hepsên Amed, Gebze, Kandira, Wan û Panosê jî 30 hepsiyan di 16’ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kirin. Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari der barê çalakiyên grevên birçêbûnê de axivî û destnîşan kir ku divê tavilê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê.
Farisogûllari, nerazîbûn nîşanî xemsarî û bêdengiya hikûmeta AKP-MHP´jî da û got, “Ev nêzî 20 salan e ku Ocalan tê tecrîdkirin û di 3 salên dawî de jî tecrîd veguheriye tecrîdeke mutleq. Di şexsê Birêz Ocalan de tecrîd li dijî hemû destkeftiyên Kurdan tê meşandin.”
Daxwaza hevpar azadiya Ocalan e
Farisogûllari di dewamê de bal kişand ser rewşa tenduristiya Leyal Guven jî û got: “Çalakiya Guven ketiye asta krîtîk û ev yek şik û gumanên me zêde dike. Di rojên dawî de êdî nikare pirtûkan bixwîne. Lê dibêje, ew pirr aram e. Daxwaza hevpar a gelê Kurd bidawîbûna tecrîdê û azadkirina Ocalan e.”
Farisogûllari got, heger daxwazên wan pêk neyên, ew ê li her deverê çalakiyên berfirehtir li dar bixin.
MA/AMED