Karayilan xwest her kes konsepta nû ya dewleta Tirk bibîne û got, ”Em ê nekevin xefika mêhtingeriya Tirk. Divê ti kes nekeve vê xefikê û em ê teqez pîlanên wan pûç bikin.” Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan ji Radyoya Dengê Welat re axivî. Karayilan di destpêka axaftina xwe de bi wesîleya salvegera 24an a çalakiya canbexçane ya Zîlanê 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê pêk anî, çalakiyên canbexşane hemû yên weke Mazlûm Dogan, Sema Yuce, Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) û yên wekî wan bi bîr anî û ev weke ruhekî canbexşane yê PKKê pênasekir û weke felsefeya têkoşînê “Berxwedan jiyan e” destnîşan kir. Karayilan li ser salvegera yekê ya şehadeta Helmet (Diyar Xerîb) kir û got, “Em ê tola wan hilînin.” Karayilan li ser salvegera 95an a darvekirina Şêx Seîd û 47 berxwedêrên pê re jî kir û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di asta herî bilind de tola wan hiltîne û xeyalên wan pêk tîne. Dixwaze herêmeke tampon ava bike Karayilan qala siyaset û şerê dema niha kir û anî ziman ku êrişa hewayî ya dewleta Tirk 15’ê Hezîranê li Şengalê, Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye encam negirtiye û xisar negihiştiye tevgerê û ji bo berxwedana li Heftenînê jî got; ”Di nava 14 rojên bihurî de li Heftanînê destaneke lehengiyê hate nivîsandin.” Karayilan îşaret bi armanc û tevgerên bi tehlûke yên dewleta Tirk û anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze tevahiya sînorên “Mîsaqî Millî” pêk bîne û ji bo vê jî weke gava pêşî dixwaze herêmeke tampon ji Efrînê heta bi Xakurkê ava bike. Dewleta Tirk ji bo vê jî zêde tehlûke li ber çav girtiye û seba vê kuştiyên xwe ji raya giştî vedişêre. Divê Ereb jî rastiyê bibînin Karayilan hem qala hêzên dinyayê yên li pişt êrişên dewleta Tirk kir û hem jî îşaret bi armancên wê yên berfireh kir û got: ”Em dixwazin her kes rastiya mêhtingeriya Tirk bibîne. Gelê Kurd, siyasetmedarên Kurdistanî, gelê Ereb û dewletên Ereb divê vê bibînin. Siyaseta dagirkeriyê ya nû ya rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst metirsiyeke mezin e, lê belê em gerîlayên PKK’ê, li dijî vê metirsiyê em ê bi navê gelê Kurdistanê û gelên herêmê hemûyan li ber xwe bidin, şer bikin. Ev şer ne tenê şerê navbera PKK’ê û dewleta Tirk a faşîst de ye. Şaş e ku bi vî rengî bê pênasekirin. Ev şer şerê navbera gelê Kurd û xeta dagirker-şovenîst a Tirk de ye, di heman demê de şerê gelên herêmê ya li dijî vê xetê ye. Li ser vê bingehê em ê berxwedana xwe bidomînin.” Gel ketiye pêşiya siyasetvanan Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan şehîdên Kobanê, Şêladizê û Şarbajar jî bi bîr anî û ew weke şehîdên doza xwe destnîşan kir û got, “Bi van êrişan dixwazên li Başûrê Kurdistanê serdest bibin û xelkê herêmê bitirsîne û bide koçberkirin.” Karayilna bi bîr xist ku dewleta Tirk dixwaze di navbera PKK-YNK-PKK-PDK’ê de nakokiyan çêke û wan bera hev bide û ev weke xefik bi nav kir û xwest kes nekeve vê xefikê. Karayilan helwesta Şanaz Îbrahîm mînak da û got, “Eger hêzên Kurdistanî hemû di vê çarçoveyê de tevbigerin, em ê karibin êrişên li ser Kurdistanê hemûyan têk bibin.” Karayilan bi giştî helwesta Başûrê Kurdistanê û taybet ya xelkê Şêladizê li dijî dagirkeriyê teqdîr kir û got, gel di vê mijarê de li pêşiya siyasetmedaran e. Li Başûrê Kurdistanê qederê 20 partî hene, kes ji wan dernakeve û nabêje ‘mirovên me yên sivîl tên kuştin” yan jî ”Dewleta Tirk dixwaze welatê me dagir bike. Divê siyasetmedar jî metirsiya li ser Kurdistanê bibînin. Ev şer ne tenê şerê navbera PKK’ê û artêşa Tirk e. Ev şer şerekî stratejîk û berfireh e. Divê ev yek bê dîtin.”

Gerîla li dora her girî ye

Ji fermandarên HPG’ê Heqî Armanc got, artêşa Tirk li ser her girê Heftenînê yê ku leşkerê xwe daniye, derbên mezin xwariye û her girê ku dagir kiriye, gerîllayan dor lê girtiye. Fermandar Heqî Armanc beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Heftenînê, armanca van êrişan û berxwedana gerîla axivî. Heqî Armanc diyar kir ku polîtîkaya êrişkariyê ya dewleta Tirk a dagirker li ser esasê stratejiya qirkirina gelê Kurd, bêdengkirina siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê tê meşandin û destnîşan kir ku ev stratejî li ser tifaqa AKP-MHP û Ergenekonê hatiye avakirin. Fermandar Heqî Armanc destnîşan kir ku gerîla ji ti devera Heftanînê venekişiya ye û got, ”Rast e wan jor girtiye, lê belê em li kêleka wan in. Gerîlayên Heftanînê bi lehengî li ber xwe didin û gavek paş de neavêtiye.” Bi dewamî Heqî Armanc got, ”Êriş li ser hebûna me ye, li ser neteweya me ye, li ser welatê me ye. Ne li ser tiştekî cuda ye. Ji ber vê yekê ti partî û sazî nikarin li pêşiya nerazîbûna gel bibin asteng. Lewma divê her kes xwedî helwesteke bi rûmet be û li dijî vê dagirkeriyê tiştekî bike.” NAVENDA NÛÇEYAN