Serokê Yekitiya Suryaniyên Mêrdînê Yuhanna Aktaş li ser girtina Keşe Sefer Bîleçen û du Sûryaniyên din,  bal bire zextên li ser Sûryaniyan û got, “Ev operasyon ji bo tirsandin û teslîmgirtina Suryaniyan e.”

Polîs û leşkerên dewleta Tirk, pêr bi ser gundên Marînê, Xarabalê û Sêderiyê yên navçeya Nisêbînê ya ser bi Mêrdînê de de girtin. Di serdegirtina malan de, Keşeyê Dêra Mor Yaqûp Sefer (Aho) Bîleçen, keyayê gundê Xarabalê Joseph Yar û welatiyê Suryanî Mûsa Taştekîn jî di navê de 10 kes hatin girtin.

Li gorî agahiyênji parêzeran, keşe Bîleçen û kesên ligel wî bi îdîaya “Alîkarîdayîna rêxistinê” hatine girtin.

Serokê Yekitiya Suryaniyên Mêrdînê û Koordînatorê Mêrdînê yê Tora Venêrîna Denge, Yûhanna Aktaş, binçavkirina keşe Bîleçen û kesên bi wî re nirxand: “Bi van operayonên şahidên nepen û giliyên derew, dixwazin Suryaniyan bitirsînin û teslîm bigirin. Ev operasyon ji bo teslîmgirtin û çavtirsandinê ye. Hewldana koçberkirina Sûryaniyan, xirabiya herî mezin a li vê axê ye.”

 

MÊRDÎN