Rojnameya The Guardian, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kud Abdullah Ocalan ku 14 salin bi tena serê xwe li Girtîgeha Tipa F a Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye cih da îlana îmzagerên "Înîsiyatifa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî ji Kudistanê re Aştî" û azadiya Oclana xwest.  Îmzageran bi daxwaza azadiya Ocalan îlan da rojnameyê û daxwaza xwe ya azadiyê anîn ziman.

Di îlanê de ji welatên Îngiltere, Fransa, Almanya, Îtalya, Îspanya, Danimarka, Avusturalya, Hîndistan, Afganistan, Îsrail, Vietnam, Norveç, Belçika, Kanada, DYA, İsviçre, Tirkiye, Kibrisa Başûr, Afrikaya Başûr, Komara Dominik, Venezuella, Ekvador, Fîlîpinler, Şîlî, Irak, Herêma Federal a Kudistan, Herema Baskê û gelek welatên cîhanê gelek nivîsar, rewşenbir û siyasetmedarên navdar îmze avêtin îlanê. 


'Ocalan kesekî jêneger e'
Di îlana "Înîsiyatifa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî ji Kudistanê re Aştî" ya di rojnameya The Guardianê de wiha hat gotin: "Azadiya Ocalan ji bo pirsgirêka Kud ji bilî rêbaza leşkerî bi rêbaza aştiyê û diyalogê çareser bibe girîngiya jiyanî ye. Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi binpêkirina rêgezên hiqûqî yên navneteweyî anîn Tirkiyeyê û 14 salin li Îmraliyê ye. Li gel 14 sal derbas bûn, pirsgirêka Kud ji berê bêtir di rojevê de ye. Pirsgirêka Kud di nava pirsgirêkên Rojhilata Navîn de pirsgirêka herî sereke ya nehatiye çareserkirin e. Ji bo vê pirsgirêkê heta niha 40 hezar mirov hatin kuştin. Bi milyonan mirov penaber bûn. Ji bo mînak û serpêhatiyên berê ku karibin mirovan îkna bikin navdêr û zanyarên wekî Nelson Mandela, Gerry Adams, José Ramos-Horta and Aung San Suu Kyi gelek kesên din pêvajoya nû dan destpêkirin. Ocalan ji ket nava vê katagoriyê. Êdî pirsgirêka Kud ji rêbaza leşkerî ber bi rêbazên siyasetê we diçe. Rol û bandora Abdullah Ocalan li ser çareseriyê cihekî girîng digire. Piraniya Kudan li pişt Ocalan in. Di çareseriya şerê Kud û Tirkan de Ocalan kesekî jêneger e. Ocalan di nava van şert û mercan de nikare rol û erka xwe pêk bîne. Jibo vê yekê jî divê şert û mercên wî bên başkirin. Azadiya Ocalan ji bo çareseriyê rolek û peyvirek girînîg û jiyanî ye.
Kesên îmze avêtin îlanê wiha ne: Antonio Negri, David Graeber, Noam Chomsky, Immanuel Wallerstein, Hans-Kristof von Sponeck, Arnaldo Otegi, Abdulla Peşêw, Şêrko Bêkes, Vedat Turkalî û gelek siyasetmedarên din. 

ANF/LONDON