Recep Mela Refîq di nava 10 salan de ji çar beşên Kurdistanê bi sedan wêneyên pêşeng, têkoşer, hunermend û kesayetên Kurdan, her wiha wêneyên kevin ên welatiyên Kurd kom kirine û cihek wekî muzexane vekiriye.
SEMÎRE ŞEHABÎ / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Hêvî û baweriya Recep Mela Refîq a ji bo têkoşîn û nirxên Kurdî ew ber bi xebateke cihêwaz ve biriye. Di nava 10 salan de ji çar beşên Kurdistanê bi sedan wêneyên pêşeng, têkoşer, hunermend û kesayetên Kurd ên ji bo doza Kurdî xebat kirine, her wiha wêneyên kevin ên welatiyên Kurd kom kirine û cihek wekî muzexane vekiriye.
Wargeha kevin a bajarê Silêmaniyê, bi avahî, çand û dewlemendiya xwe balê dikişîne. Her kolanek wê cudahiyek û serpêhtiyek xwe heye. Wargeh niha jî yek ji cihên herî qelebalix e ku çanda Kurdewarî lê tê parastin.
Yek ji van cihan jî taxa Elîawa (Kanî Êskan) ye. Elîawa dikeve nava wargeha kevin a bajar. Tax ji gelek aliyan ve balê dikişîne, lê dikanek heye ku zêdetirîn bala hemû kesên diçin wir dikişîne.
Cudahiya dikanê ew e ku tiştek nayê firotin û nayê kirîn. Dikan wekî muzexaneyekê jî dikare were pênasekirin. Lewma me jî meraq kir û xwest dikanê bibînin.
3 ode, 5 hezar wêne
Di daketina dikanê de cudahiya wê ji kêliyên destpêkê ve xwe nîşan dide. Nexasim dikan ji serî heta binî, bi wêneyan hatiye xemilandin. Her wiha amûrên kevin ên muzîkê çend nirxên din ên çandî balê dikişînin. Muzexane ji 3 odeyan pêk tê û hemû dîwar bi wêneyên pêşeng, têkoşer, kesayetên ku têkoşîna azadiya Kurd meşandine ên wekî Şêx Mehmudê Berzencî, Qazî Muhemed, Mustefa Barzanî, Rêber Abdullah Ocalan hatine xemilandin. Her wiha wêneyên jin, zarok û welatiyan jî hene.
Zêdetirî 5 hezar wêneyên siyasetmedar, bawermend, şoreşger û welatiyan ên ji Silêmanî tevahiya Başûr û beşên din ên Kurdistanê li vir hatine daliqandin. Li çend beşên dikanê pirtûk, tizbî û kelûpelên çandî jî hatine bicîhkirin.
Di 10 salan de çêkiriye
Dikan an jî muzexane ji aliyê welatiyê bi navê Recep Mela Refîq ve hatiye amadekirin. Receb Mela Refîq di sala 1953’yan de li taxa Ser Şeqam a bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Heta demekê beriya niha karê kirîn, firotin û kirêkirina avahiyan (Nisîngeha avahiyan) dikir û dikana wî hebû. Dema ev kar dikir çend wêne kom kirine û êdî bala xwe daye ser wêneyan. Fikra komkirina wêneyan jî wisa li cem mamê Recep peyda bûye. Piştî demekê nîsingeha xwe girtiye û bi temamî bi komkirina wêneyan re mijul bûye. Di nava 10 salan de ji çar beşên Kurdistanê 5 hezar wêne kom kirine.
Armanca min parastina demboriya netew û civakê ye
Receb Mela Refîq dibêje ku hemû kel û pelên di hundirê muzexaneyê de bi xwe komkiriye û ev ev yek weke erkek li ser milê xwe dibîne. Mamê Receb diyar dike ku ew bajar bi bajar geriyaye, wêne û kelûpelên din kom kirine, Receb Mela Refîq wêne û amûrên din ên çandî nafiroşe, her wiha tiştekî nakire. Mamê Recep dibêje, armanca wî ya sereke ew bû ke karibe demboriya netew û civaka xwe biparêze, xizmetê ji gelê xwe re bike. Recep Mela Refîq got: “Gelek kes hene bi pereyan kar dikin, lê min bi îrade û xwesteka xwe ev kar kiriye. Min xwest ev civak û gel bizane demboriya wan çiye. Ev ne milkê min e, ev milkê gelê gelê Kurd e.”
Bi dengê Hesen Zîrek dest bi rojê dike
Mamê Recep dibêje ku ew rojane çend seatan tê muzexaneyê û bi stranên hunermend Hesen Zîrek dest bi kar dike û wiha dom kir: “Ez bi alikariya zarokê xwe van kel û pelan diparêzim, rojane çend saetan têm vir û destpêkê stranên hûnermend Hesen Zîrek guhdar dikim. Dengê stranan heta ser rê diçe. Ez wiha dest bi karê xwe yê rojê dikim.”
Gelek kes tên serdanê
Rojane gelek kes tên serdana muzexaneya Mamê Receb, hestên xwe vedibêjin. Yek ji wan kesan Eqder Omer e. Eqder Omer dibêje ku serdana muzexaneyê ji çayxane, lîstina domîno û kişandina cixareyê baştir e. Omer got: “Dema ez têm vir, dilê min ciwantir û zindîtir dibe. Xweziya derfeta min hebûya ku min serayek muzexaneyê çêkiriba. Ji ber ku dîrok li vir e. Xweziya hikûmetê alîkariya her kesê wisa bikira.”