
Keşîşxaneya Mor Yakup a 3 kîlometre ji Sêrtê dur e ji ber bêxwedîtî û lêgerîna nêçîrvanên xezîneyan piraniya wê hatiye rûxandin. Di keşîşxaneya ku Asurî, Suryanî, Keldanî û herî dawî jî Ermeniyan bi kar anî de odeya keşiş, destşok, navenda kombûnê û qube ya wê hêjî xwe li ser lingan digire. Li derdora Keşîşxaneya ku navenda îdarî ya dêrên Kitmis, Kelender, Sinep, Henderus, Dermertas, Aynselib, Derşimş bû gelek şikeft hene.
Keşîşê bi edalet qetil kirine
Emîne Evîn a ku xwediyê zeviya keşîşxanê ye, tiştên ji pêşiyên xwe bihîstine û agahiyên ji nivîsên Sumerî yên li ser tabletan hatine nivîsîn parve kirin. Evînê, diyar kir ku ev keşîşxane berê perestgeh piştrejî wekî keşîşxane hatiye bi kar anîn û got: “Her hezar salan carekê hatiye sererastkirin. Herî dawî beriya 20-30 salan me sererast kir. Cihê keşîşxane lê ye 1785 metrekare ye. Cihekî mezin e. Pîra min j imin re digot, di Qirkirina Ermeniyan a sala 1915’an de Ermeniyên li vir dibirin Newala Kasaplarê û li wir qetilkirin. Gelek ji wan di şikeftan de hatin qetilkirin. Hêjî hestî derdikevin. Wê demê Keşîşekê ku li Mor Yakupê dijî hebû navê wî Adaî Şer bû û bi dadbûna xwe dihat naskirin. Adaî Şer bêyî cudahî bixe nava baweriyan alîkarî dida hemû mirovan. Ev keşîşê ku bi dad û wekhev nêzî hemû mirovan dibû di Qirkirina Ermeniyan de li gundê Suskê hat girtin û hat qetilkirin.”
Rastî çavsoriya leşkeran hatiye
Evînê da zanîn ku keşîşxane netenê ji aliyê nêçîrvanên xezîneyan ve, ji aliyê leşkeran ve jî hatiye rûxandin û wiha pêde çû: “Heta sala 1935’an ev keşîşxane li ser xwe bû. Lê niha biçûktir xuya dike. Ev keşîşxane ne xistin bin parastinê û bi hilweşînê re rû bi rû hat hiştin. Her wiha ewlehî kirin hincet, gotin li vir stargeh hene û kolandin hat kirin. Ji ber van kolanan piraniya keşîşxaneyê hilweşiya. Ji bo xezîneyan jî dikolin ew jî bû sedema hilweşînê. Berê bi nivîs ê li rûyê pêş ê dêrê di dema kolandina bi hinceta ewlehiyê hat kirin de vebû. Berê 200 ton ê ku wêneyên dêrê li sere ji aliyê xezînevanan ve hat şikandin. Li ser vî kevirî wêneyê şêr hebû, ji ber wê ji cihê kevir lê bû re digotin Aslantaş.”
Naxwazin jê bermahî jî bimînin
Evînê anî ziman ku ji bo li cihê Keşîşxaneya Mor Yakup rê were çêkirin wan daxwaznameyek dane walîtiyê û got: “Ligel rê ne hatiye çêkirin ti bersivek jî ne dan me. Naxwazin vir bikin malê dîrokê. Naxwazin qetlîamên li vir hatine kirin derkevin ser rûyê erde. Wekî vê keşîşxaneyê naxwazin ji kesên qetilkirine jî şopek binine.”
SÊRT