Navenda lêkolînê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî (KESK) KESK-AR diyarkir ku li Tirkiyeyê sînorê xizanî û birçîbûnê zêde bûye. KESK-AR'ê aşkere kir ku di meha Cotmehê de sînore birçîbûnê 1101 TL ye û sînorê xizaniyê jî bûye 3351 TL.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo malbateke 4 kesî ku bi tenduristî xwe xwedî bikin lêçûnên herî kêm ên mehekê, di Îlonê de 1060 TL û di meha Cotmehê de jî gihiştiya 1101 TL'yan, sînora xizaniyê jî ji 3351 TL gihiştiye 3481 TL'yan.
Di daxuyaniyê de hat aşkere kirin ku malbat ji bûdçeya xwe para herî zêde ji bo xwurek û zad vediqetinin.
KESK'ê di daxuyaniyê de diyarkir ku roperên ku Saziya Îstatîstik a Tirkiyeyê (TUIK) weşandiye ne raste û wiha berdewam kir :"Li gorî daxuyaniyên hikûmeta AKP'ê, di raporên ku TUIK'ê weşandinê de tê gotin bêkarî kêm bûye, haqdesên reel bilind bûne, yanî tê gotin herkes ji şert û mercên jiyana xwe kefxweş e. Lê belê heqdestên reel kêm dibin, eflasyon zêde dibe, her wiha rojane bihabûn zêde dibe. Bi kurtasî ji ber bahabûnê aramî her diçe ji holê radibe. Li aliyekî xizanî zêde dibe li aliyê din ji bo rêjeyeke biçûk a dewlemend bêhtir bibin xwedî derfet polîtîka tên meşandin." Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku TUIK mudaxeleyî rêjaya bêkariyê dike û hate diyarkirin ku kesên di hefeteyekê de 2 saetan dixebitin jî mîna 'xebatkar' tên hejmartin.
DÎHA/ENQERE