Kesk û şîna xwedayê baranê
Di dîroka gelek şaristaniyan de maskeyan di rîtuelan de cihekî xwe girtiye. Heta ji cih û wêde bûne temsîla xwedayan li ser rûyê nûnerê wan xwedayan li ser rûyê erdê; ango li ser rûyê rahib û melikan. Ev wêneyê maskeyekî xwedawendekî Aztekî ye.
Navê wî Tlaloc e û ew xwedawendê baran û brûskê ye. Keska diberiqîne û şîn ji bo temsîla avê û elaqedarî wê dar û giyayan e ku bi avê ruh bi wan tê. Gelekî muhtemel e ku di dema rîtuelan de rahibekî Aztek ew dabe ber rûyî xwe.
NAVENDA NÛÇEYAN