Keskesora Alan bû dê û bavê wan
HEYSEM MISLIM
ANF/KOBANÊ
Weqfa Jina Azad li Kobanê avahiyeke mezin ji bo zarokên ku ji ber şerê li Sûriyeyê bê xwedî mane ava kir. Û niha 23 zarokan dihewîne. Hema hema li wir ji her deverê Bakurê Sûriyeyê zarok hene.
Navê avahiya zarokan Keskesora Alan e. Dema em gihiştin wê derê zarok hatin pêşiya me. Tevî ku avahiyeke mezin e, weke ku malbateke mezin lê dimîne. Fethî Îsa karê ajokariyê dike. Zarok li derdora wî civiyabûn. Ne tenê Fethî, her kesên bi karê li wir radibin, nav û taybetmendiyên zarokên li wir ji ber kirine. Hemû cureyên perwerde, lîstok û psîkolojiya zarokan lê hebûn.
Çîroka Alan Kurdî
Me navê wê ji rêveberiya Keskesorê, Zozan Misto pirsî çima Alan lêkirine? Got: “Her kes dizane çîroka Alan Kurdî ku ji ber şer koçber bû, li deryayê jiyana xwe dest da û bi ser avê ket. Alan ji Kobanê bû, em naxwazin ew bûyer dubare bibe. Zarokên neçar ên bê dayik û bav dikarin xwe li me bigirin ku em jî xwedî li wan derkevin.”
Mamosteya psîkolojiyê Xedîce Elî destnîşan kir ku ew ji bo zarokan li vê derê paşerojeke xweş a dûrî şer û kuştinê. Bi rêya Kongreya Star gelek pirsgirêkên zarok û jinan ên rojane tên çareserkirin. Keskesor jî yek ji wan e.