Weşanxaneya Hîva 5 kîtêbên nû yên zarokan tevlî kelepora Kurdî kirin. Du kîtêb ji wan berê weşanxaneya Emû Elewî a Kurdên Xorasanê weşandibû, Hîvayê çapa nû ya van pirtûka kir û gihand ber destê zarokên Bakurê Kurdistanê.   

Edîtorê weşanxaneya Emû Elewî, Yehya Elewîferd ji bo ji nû ve çapkirina kîtêbên ji weşanxaneya xwe dibêje, “Peywendiyek di nava weşanên Hîva û Emû Elewî çêbû ku wekî keskesorek karibe zarokên Kurdan li her derî peywendî bide û şa bike.”

Weşanxaneya Hîva yekane weşanxane ye ku bi tenê kîtêbên zarokan ên bi Kurdî dide çapê, 5 pirtûkên nû tevlî wêjeya Kurdî ya zarokan kir. Du ji kîtêbên zarokan berê bi rêya weşanxaneya Emû Elewî li îranê hatibûn çapkirin; “Bajarê Moriyan” ji hêla helbestkar Yehya Elewîferd ve hatibû nivîsîn û “Çîrokên kundirîkê” ji hêla Benûşe Elewîferd ve hatiye nivisîn.


‘Hîva zarokên Kurdan têrav dike’

Edîtorê weşenxaneya Emû Elewî, Yehya Elewî Ferd, ji bo ji nû ve çapkirina kîtêbên Kurdên Xorasanê ji rojnameya me re wiha peyivî: “Xebata bo zarokan gelek girîng û bingehîn e. Em dikarin behsa fêrkirin û perwerdekirinê bi riya edebiyatê bînin ser hole. Cîhê edebiyatê cîhekî girîng e, da ku ji hest û hezkirinê mifa bibe. Zarok jî ji hest û hezkirinê hez dikin. Edebiyat û ziman jî mafdarê hevdu ne, lowma edebiyat dikare alîkariya ziman jî bike. Bes girîngiya edebiyata zarokan wekî roniya rojê ye û neyê înkarkirin.

Bi vê mebestê min ji sala 2013’ê ve li weşanên Emû Elewî dest bi çap û weşandina pirtûkên bo zarokan bi zimanê Kurdî kir. Hin pirtûkên çîrokan û helbestan bo zarokan hatin çapkirin û weşandin. 

Min li sala 2014’an xebatên weşana Hîva’yê dîtin. Gelek kêfxweş bûm, hêviya min hebûna weşanek taybet bo zarokan çêbû. Hîva bû hêviya min a bersivdayî. 

Ji nihêrîna min Hîva ne yekane weşanek bo zarokan e, belkî serkaniyek zelal e, ku zarokên Kurdan têrav dike. Em gerek li vê serkaniyê xwedî derkevin. 

Peywendiyek di nava weşanên Hîva û Emû Elewî de çêbû ku wekî keskesorek karibe zarokên Kurdan li her derî peywendî bide û şa bike. Ev bû sebeb ku me pêvajoyek bi rêxist ku em karibin pirtûkên hevdu li bakur û rojhilatê çap bikin.”


 ‘Zarok bêxwedî mane’

Yehya Elewî li ser  rol û mîsyona edebiyata zarokan jî got, “Di nava Kurdan da zarok bêxwedî mane. Ewqas ku Kurd ketine nava kul û xeman, ji xebatên taybet bo zarokan bi şûn da mane. Sazî û weşan û kovar jî bo zarokan gelek kêm in. Dewlet jî girîngî nadin ser edebiyata Kurdî bo zarokan. Wekî mînak li Îranê nêzî 50 kovar bo zarokan bi zimanê Farisî tên çapkirin. Lowma xebatên bo zarokan wekî min got, gelek hêja ne. Çalakên edebiyata zarokan, bo parastina çand û zimanê xwe, barek mezin dikêşînin ser milên xwe û hêza xwe tînin ser cubrankirina kêmasiyan. Hîva û Emû Elewî jî dixwazin gavek piçûk li vê rêyê ber bi zarokan biçin.”  


Kîtêbên hatine çapkirin

Pirtûka “Bajarê Moriyan” ji hêla helbestkar Yehya Elewîferd ve hatiye nivîsîn. Helbestkar û nivîskarê kîtêbê li Xorasana Îranê ev bû 20 sal e ku li ser wêjeya zarokan xebatên xwe didomîne.

Y. Elewîferd di vê pirtûka xwe de leheng wekî Morî an jî Kurmorî hilbijartiye û bi saya jiyana moriyan, jiyan û daxwaziyên zarokan bi rêya helbestan vegotiye. Di pirtûkê de helbestên bi navê “Bajarê moriyan, zarokên moriyan, park, trafîk, çiyager, kamera, cîranên min, bûka min, helaw û wendabûn” bi tevahî 10 helbestan cî girtiye. Wêneyên pirtûkê ji hêla Îlgar Rehîmî ve hatine neqişandin.

Nivîskara “Çîrokên kundirîkê” Benûşe Elewîferd jî ji Xorasanê ye. Lehengê çîroka me Kundirîkek şêrîn û serpêhatiyên wê ne. 

Di nav pirtûkê de 5 çîrok hene. “Çûna dibistanê, Kundirîk û hevala dewlemend, Kundirîka birçî, Erdhejîn û Paça nû.” 

Em bi saya van çîrokan çand û kultura Kurdên me yên Xorasanê jî pê dinasin. Wêneyên pirtûkê ji hêla Mojgan Tayîniya ve hatine xêzkirin. 


Ji nivîskarên jin sê pirtûk


Çîroka Yasemîn Elban “Asmîn û Bilbil” çîroka dildariyê ye. Çîrok ji 5 beşan pêk tê: “Bihara rengîn, dîlketina Bilbil, gula Asmîn bêriya Bilbil dike, hevdîtina gula Asmîn û Bilbil.”Bi saya çîrokê em gelek navê giyayên xwezaya Kurdan dinasin. 

Pirtûk di heman demê de materyala perwerdeyê ye jî. Ji bo perwerdeyê asta yekemîn e û ji 250 peyvan pêk tê. Di kêleka rûpelên pirtûkê de ferhengokek biçûk heye. Di dawiya pirtûkê de gelek pirs û çalakî hene. Wêneyên pirtûkê reş û spî ne.


Sêgoşe û Çargoşe

Pirtûka “Sêgoşe û Çargoşe” ya Roza Metîna  ji bo zarokên ku temenê wan 3-4 salî ne hatiye amadekirin. Pirtûk di warê paqijiyê de zarokan perwerde dike. Pirtûk bi çapeke taybet hatiye amadekirin. 

Mamoste, an jî dê û bav gava pirtûkê ji zarok re dixwîne, di rûpela aliyê zarok de wêne hatiye çêkirin. 

Zarok gava ku li pirtûkê guhdarî dike,dikare li ser wêneyan xewn û xeyalên xwe jî geş bike. Pirtûk ji hêla helbestkara hêja Roza Metîna ve hatiye nivîsîn. Roza bi xwe mamosteya pêşdibistanê ye. Wêne ji hêla Murat Yapıcı ve hatiye çêkirin.


Pirtûka wê ya sêyemîn

Berfîn Ayşe bi sêyemîn pirtûka xwe ya zarokan ya bi navê “Şînmorîka Zînê” li hember zarokan e. 

Pirtûkên wê yên bi navê “Kewên Gozel” û “Xezal û Qertel” berî vê pirtûkê ji Weşanxaneya HÎVA’yê derketibû.

Berfîn Ayşe di vê pirtûka xwe de keçika biçûk Zînê û morîka wê ji xwe re kiriye leheng û ew biriye cem Feqiyê Teyran. 

Çîroka Zînê bi tarzek cuda hatiye nivîsîn. Bûyer di hin beşan de bi rêya çîrokê, di hin beşan de jî bi rêya helbestê hatiye vegotin. 

Çîrok li ser tevna edebiyata klasîk bi awayekî modern hatiye nivîsîn.



ÎBRAHÎM BULAK