Ziyawerê digo Temo xalo, dilê min ji min re dibê’ ye, eş e, azar e, spiya sibê ye...
“Keştiya Bayê” ya Selîm Temo, dema li gotinên helbesta çapbûyî ya Kurdî zêde bû, ya rastî, çima ez ji we xef bikim, min digot, ez ditirsim wê bixwînim. Lewma gelek hewldanên bi navê helbestê, ew xêr û bêra gotinan a li can û ruhê mirovî zêde nedikir, heta kêm dikir, bivênevê ji ber vê tirsê min zû bi zû rûpelên Keştiya Bayê nequlibandin. Lê min ew yek bi yek qulibandin...
...Û ya rastî ez metelmayî mam, ji ber ku ev yek ji wan kêm caran bû ku helbesta modern ez ji xwendina xwe poşman nekirim. Selim Temo bi helbestên heta mirov bibêje serbest jî yan jî ji serbestê wê de jî (ji ber ku ez hîç fêr nebû kurmanciyê bê rîtm bixwînim, dibêjim ji serbestê û wê de) qelem li pelan ceribandiye, xwe li karê helbestê, hestristinê qewimandiye pêşî:
Ez êdî amade me ey Kurdî
Min malişt mêjiyê xewnê ji tengesebra sedsalan…
Jixwe, ev gotin in ku me pê dihesînin ku Selîm Temo xwe li Kurmanciyê êdî diceribîne. Ceribandina xwe li hespê xwe yê gera xwe ya dinyayê bar dike, ji Londonê, li Hewlêrê, lli Lahayê, lê nabe ku xwe li welatê xwe negire, li Hewlêrê, li Sine û li Roboskê. Lê ev gera wî weke ku ne ji wî re be, lê ji kurê wî re be, şîretnameyek, na belkî parvekirina tecrûbeyan bi seyahetnameyeke helbestî:
Li Roboskê
Bavin hene kurê min
Mîna guiyên daregulan şikestî
Çawa tu navê zarokekî hildî
Ber bi goristanê ve dibezînin
Piştre mirov bi ferdbûna Selîm Temoyî dihise, ew ji xwe re stranan dibêje û dema vê dike muhasebeyekê jî dike, pê re jî terîfeke xwe:
Li pey şopa dewrêşên hevçerx dibînim ku têr e axji xortaniya min a seridî
Ha min got, ew ji serbest û wêde dinivîse, lê ew xwe li qafiyeyeke serhişk jî diceribîne, nizanim wezna wî çiqasî serketiye, lê ew Melayê Cizîrî jî bi bîr tîne, yan jî bi bîra me dixe:
Bêje Temoyî tu bêje, beyt û xezel û gul bêje
Ger siya Melayî hebit me bi rizê çi hacet
Lê belê, bêguman ev peywenda mijaran û xurtiya îfadekirina hest û rewşa derûnî û bi bikaranîna îmajan, bi bigurçûpêçkirina zimanî bi ristên helbestê, dikin ku ez nepo,sman bim, ji xwendina Keştiya Bayê, lê belê herdu helbestên herî dawî bi tenê jî bes in ji bo xwendina vê dîwançeke. Ew ferdîbûna helbestvanî radixin berçavên me, ew dibe kesekî em nas dikin, kesekî şîn girêdayî, ji malê... Jixwe di helbesta dawiyê de bikaranîna awayê hilberîna wêjeya devkî ya serketî, dike ku em bibin hevparê şîna wî ya ji bo xwarzêyê wî Mazlûm Egîd Gabar:
Ziyawerê digot, Egîdê mala bavê mino hatî “zînî vala zengo bi xwîn e”
Bi dilekî rehet dikarim pêşniyaz bikim, kerem kin bibim mêvanê Keştiya Bayê Selîm Temo. Lê ez nebêjim, wê bibe kul li ser dilê min; ez fêm nakim kî mîzampaja van pirtûkan dike, wan qirra daran anî.