Milîsên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan HBDH’ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku di 3’ê Mijdarê de li Stenbol û Enqereyê çalakî kirine.

Li gorî vê yekê 3’ê Mijdarê li peravê Bebek ê Stenbolê hêzên HBDH’ê keştiyeke seyranê ya bi navê Şehrazat hatiye şewitandin.

Dîsa 3’ê Mijdara 2019’an li navçeya Mamak a Enqereyê li dijî navendeke ji şîrketên pir neteweyî ku jê re Navenda Zanyariya Ezmanî ya Alî Kûşçû dihate gotin, çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di encama çalakiyê de navenda ku wezîrên hikumetê serdana wê dikirin, her wiha Erdogan timî ji bo wê navendê digot yek ji projeyên bi milyonan dolarî ye bi temamî hate şewitandin.”

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN