Gulan AVRÊL
Ruhê demê, ruhê dayîka AKLÎ-ME ye. Ya ku bi ruh û berxwedana xwe dibêje em mal û milkê xwe ji dagirkeriyê re nahêlin. Weke ku ji navê wê jî tê fêm kirin, ew aqlê me ye û aqil dide me. Ango ji me re dibêje, dem ji mêj ve hatiye û ji me re dibêje, dem dema we ye, dest jê bernedin bikevin nava berxwedaneke bi çalak ya rêxistinkirî. Ruhê berxwedanê rêya serketin û azadiyê ye. Dem ne dema sekneke pasîf e, ne ew deme ku mirov birûne û temaşe bike. Em dest ji elimandinên xwe berdin, ev dem dema her kesî ye. Ev fêrbûnên qirêj taybetmendiyên koletiyê û bê îradebûyînê ne. Dagirkerî dixwaze îrade û ruhê me dagir bike, tiştek ji vê xetertir nîne.
Desthilatdariya tifaqa faşîst a AKP-MHP´ê her gav ber bi hilweşandin û jihevketinê ve diçe. Bêçaretiya ku xwe dide der jî nîşaneya çûndoxbûyîna wê ye. Ji bo vê yekê, berxwedaneke çalak û rêxistinkirî wê vê bi lez û bez bike. Ango gotineke pêşiyan heye vê yekê baş diyar dike, “bilind hat, wê alçax bikeve.” Berxwedan, şêweyên berxwedan û têkoşîna ku gelê Kurd û aliyên demokratîk bi pêş biêxe û ev dewam bike, ev desthilatdarî wê nikaribe serê xwe rake. Tifaqa faşîst ji nava Tirkiyê heta bi her derê ketiye nava avgirekê.
Bi rastî jî desthilatdarî û tifaqa faşîzma Erdogan-Bahçelî wisa li wan hatiye ku hema bêje, gihiştine asta “ket û mir”; ji bo vê yekê pêwîst e em bi berxwedan, têkoşîn û bi îradeyeke ji her demê bi hêztir, qewîntir vê ketinê bi leztir bikin. Niha êrişên dike û hemû jî li ser wî esasî ne ku ji vê ketîbûyînê xwe xilas bike. Ya ku vê ketîbûyînê û mirinê jî bi lez bike careke din berxwedan û têkoşîna jin, ciwan, aliyên demokratîk û civakê bi xwe ye.
Pirsgirêka Kurd ji her demê zêdetir navneteweyî tê nîqaşkirin, civak, sazî û dezgeh piştgir in. Bêguman ev di encamên berxwedan, nirx û têkoşîna Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd de gihiştiye vê astê. Nirxên me ji her demê zêdetir emir li me dike, pêwîst e tevahiya civakê seferber bibe ji bo berxwedan û têkoşînê.
Civaka Kurd û aliyên demokratîk pêwîst e bi tecrûbeyên xwe zend û bendan badin û vê rastiyê bibînin. Dewleteke faşîst ya ku xwe li ser îmha û tinekirina Kurdan bi rê ve dibe, her tişta demokrasiyê û wekheviya gelan dikuje, texrîb dike, mêtingeriyê li ser pêk tîne, wê bê îrade dike, bê nasname dihêle. Ji bo vê yekê kesên ku heya vê deqîqeyê jî ji vê faşîzmê tiştekî pirr biçûk jî hêvî bike, ev xetereke mezin e. Em nekevin vê tehlûke û xewa xefletê. Faşîzma heyî ketiye nava krîzê, ji bo ku xwe ji van alozî û krîzan derxe wê êrişan bike, ev tiştekî nû nîne. Em ji bîr nekin ku faşîzm xwe dispêre bê îradebûyînê, bi êrişan tirsê ava dike, pasîf dike û bêdeng dike. Wê demê em bi çalakiyên xwe, bi berxwedan û têkoşîna xwe rê li pêşiya faşîzmê bigirin.
Li hember faşîzmê ya ku herî zêde şer bike, têkoşîn û berxwedan bimeşîne, pêwîst e jin be. Ji ber ku faşîzm, aqlê zilam, pergala zilam yekser dijberê jinê ye. Dijberê jiyana ku jin bi fikir û ramanên azadiyê, wekheviyê dixwaze biafirîne. Dijberê demokrasiyê ye. Dijberê pirr rengbûyînê ye, dijberê xwezayê, netewebûyînê, nirxê civakan, dîroka mirovahiyê ye. Bi kurtasî dijberê mirovahiyê ye. Erdoganê faşîst di gotinekê xwe de gotibû, meha Tebaxê ji bo me mehekê ku di nava wê de jî zafer hene. Em jî ji bîr nekin ku em xwedî ruh, çand û nirxê 15’ê Tebaxê ne.
Em xwedî li rûmet, îrade, keramet û şerefa xwe derkevin. Ji bîr nekin ku heq, huqûq, edalet tu bi xwe yî, berxwedan û têkoşîn a te ye. Îrade û bawerî ya te ye. Bawer bike li ber xwe bide û têbikoşe, wê ti hêz nikaribe li hemberî wê îrade û baweriya te ya bi pola raweste.