Tariya giran, nîşaneya dawîbûna şevê ye… Şev, dawîbûna xwe bi tarîtiya xwe ve nîşan dide, bi vî awayî jî digihîje encamê û têk diçe. Gava ku tarîtî hat kete tîrê, tarî bû tîr, yanî şev bi têra xwe giranîya xwe da erdê, êdî tarî bila çavê we netirsîne.
Netirsin, bizanibin ku êdî ew dem dema bêaramiya şevê ye. Ew dem, pêşeka rojê ye. Ew dem, pêngava rojê ye. Roj hê nexuya be jî, bizanibin ku êdî roj hêdî hêdî dest bi pîrozbahiya serkeftina xwe dike. Êdî serdemeke nû ava dibe, ew serdem serdema serkeftina rojê ye. Hê roj ne xuya be jî ne xem e, alostiya şevê heye, şev di aloziyê de ye, ew alostî bi xwe delîl e, ew delîl bi xwe mizgînî ye, mizgîniya rojê ye, ew jî tê wê wate ku tîra şevê bi mizginiya rojê ve têr û tijî ye. Bizanibin ku şev çiqas tîr be, nîşane ya rojê jî ew qas bi hêz e.
Ev mînak ne tenê şev û rojê ve girêdayî ye. Pergala guherînê her tim bi vî şêwazê ve diqewime. Di jiyanê de li ku dibe bila bibe, ser çi dibe bila bibe, bi çi rengî diqewime bila biqewime, hêza wî/ê, renga wî/ê, naveroka wî/ê çi dibe bila bibe, guherîn her tim bi vî şêwazê pêk tê, her tim bi aloziyan ve pêk tê, ji ber wê alozî nan û ava guherînê ye, ya kewn her tim bêaramî têk diçe û ya nû bi şahî, bi hez û bi mizginiyê ve tê.
Di jiyana civatan de jî em dikarin wek rêzikek bêjin, kêngî dawibûna desthilatdariyek xuya kir, li wê derê tundî destpê dike. Tundî wekî ku li erdê diafire, zêde dibe. Bi devkî, bi qanûnî, bi dad û dadgehî, bi her şiklî, tundî li her derê digire. Wê demê bi çekan, bi rojnameyan, bi ziman, bi komel û bi saziyan dema tundîtiyê vedibe. Ew dem jî, ji me re nîşan dide ku, di jiyana civakê de guherîneke mezin wê pêk bê.
Di van deman da derew zêde dibin, xapandin zêde dibin, qomplo digihîjin ezmanê, stratejiyên derqanûn, derînsan, derpîvan, derwîjdan pêyda didin û di nava civakê de dibin pergalekî sereke. Wê demê desthilatdar, wek tarîyên giran hewl didin ku çavên însanan kor bikin. Ji ber ku di van demên teng de pêdiviya desthilatdaran, ji her tişt bêtir korbûna însanan e. Wê demê xwedî otorîte, wek reşetariyek xwe radixin erdê, xwe radixin ser civakê û bê pîvan tevdigerin. Wê demê ji bo wan kesan, pîvanên exlaqî dijminên herî dijwar e. Wê demê desthilatdar, ji her tiştî bêtir dibin dijminê exlaq. Pêdiviya wan a yekemin bi exlaqê ve şer e. Kuştina exlaqê mebest digirin û xirakirina wijdanê didin ber xwe.
Kesên ku bixwazin rastiya gotina me ya ku li vir tên nivîsîn bidin ser mêzîn û biwezînin, bila çavê xwe vekin û bûyerên ku va du mehe li Tirkiye yê diqawimin, û piştî van buyerên pozisyon girtina hikumat, arteşa Tirk û medyayê binêrin. Li serokomarê binêrin; li serokwezirê binêrin, wezîrê karên hundir binêrin, li medya, nivîskaran, li ruçikên pêşkêşwanên TV’yan binêrin… Tenê ji dûr ve binêrin… Di axaftina wan de çi samîmiyet hene, ji xwe re bipirsin… Di xêza pênûsên wan de çi gotin hildiweşin, direşin, li wan binêrin… Taybet ji bo nivîskaran dibêjim; tirsên ku di pêyvên wan de dixuyê, li wan binêrin.
Binêrin, hûnê bibînin… Di gotin û vegotinên serfermandarên artêşa Tirk de, di şiroveyên Recep Tayîp Erdogan de, di lerizîna dengê İdris Naim Şahin de, di nivîsa nivîskarên ku dewsa ser karê xwe mayîn pîvana rojnamegertiyê nerm dikin wan de, di hemû rewşa desthilatdariyê de tirsa hatina sibehê hûnê bibînin… Ew tirs, tirsa “ketin”ê ye…
KETIN