Ji bo qedandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê girtiyên siyasî 10 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê jî dewam dike. Lê belê rêveberiya girtîgehê der barê 10 girtiyên di grevê de ne dest bi lêpirsînê kir. Girtî bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin, lêpirsîn li ser greva birçîbûnê dest pê kiriye. Girtiyan gotin, eger tecrîdkirina Ocalan neqede wê hemû girtiyên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Girtiyên li Zindana Tekîrdag jî bi riya malbatên xwe ragihandin ku zext û zoreka di asta êşkencê de li ser wan heye. Malbatan da zanîn ku, gardiyan û tîmên taybet yên cendirmeyan, her demê diavêjin ser qowuşên girtiyan, li wan didin, amurên wan dişikînin û diqetînin.
ANF/AMED