Kevala Rahib Dudu, rahibê mezin ê Ningursû ji wê rêûresma lewheyên qulqulî ye. Lê belê ew bi materyala xwe naşibe wan lewheyên din ên qulqulî, lewma ew jî qetraneke hişk hatiye çêkirin. Rahib Dudu di serdema Mîrê Lagaşê, Entemena (teqrîben 2450 beriya mîladê) de bûye. Herçî ev rêûresma kevalên qulqulî ye, ji 2800’î beriya mîladê heta bi 2340’î beriya mîladê dewam kiriye. Para bêhtir li Diyalayê hatibin dîtin jî li Şûşa (Rojhilatê Kurdistanê) û li Marehê (Bakurê Sûrî) jî hatine dîtin.

 

QAMIŞLO