Kewên Mele Elî

  • Ev çîroka Musa Şanak li hepsa F2 Sîncanê hatiye nivîsandin. Nivîskar niha li Hepsa Tîpa F a Boluyê ragirtî ye.

MUSA ŞANAK*

 

Elîşêrê piçûk sebr û aramiya dapîra xwe bû. Bapîrê wî yî rehmetî Mele Elî ev nav lê kiribû û heta bapîr sax bû, ew delalê ber dilê wî bû. Elîşêr wekî her şev dîsa xwe avêt hembêza dapîra xwe û jê re got;

- Dapîrê çima te re dibêjin "Kiwara Mele Elî"? Kiwarê bi ken got;

- Ez xwe qurbana wî navê te kim. Ji ber ku ez kebaniya bapîrê te yî Mele Elî bûm ji min re wisa digotin. Piştî mirina wî jî hîn wîsa dibêjin.

Elîşêr dev ji pirsên xwe ber neda. Pirsek din ji dapîra xwe kir:

- Lê çima ji bavê min re dibêjin Şeroyê Kiwê? 

Li ser vê pirsê Kiwar him diheyirî him jî pir şa dibû. Di dilê xwe de digot, "Neviyê min pirr biaqil e. Xwedê wî ji nezera çavan biparêze." Ew hê di dilê xwe de xwe bi xwe re diaxivî Elîşêr ew dihejand da ku bersiva wî bide. Kiwarê got;

- Ma Şero ne kurê min e berxê min? Loma ji wî re wîsa dibêjin. Dixwazin bibêjin, "Şeroyê kurê Kiwarê." Gava wê kin dikin îca dibe Şeroyê Kiwê.

Elîşêr li gorî xwe encamek ji vê bersivê derxist û ji dapîra xwe re paşê got;

- Wê çaxê ez jî dibim Elîşêrê Canê… Kiwarê got;

- Erê berxê min. Rast e tu Elîşêrê Canê yî. 

Û nêviyê xwe bi herdu pî û baskên xwe ve rapêça, ew da ber sînga xwe û çavên wî ramûsandin.

Elîşêr qasekê di hembêza dapîra xwe de xwe bê deng kir. Li lêdana dilê dapîra xwe guhdarî kir. Piştî demekê dîsa axivî û ji dapîra xwe xwest ku jê re behsa bapîrê wî bike. 

Halê dapîrê û Elîşêr tim wisa bû. Dema dibû êvar Elîşêr dixwest li çîrokan guhdarî bike, dapîra reben jî tûrikê xwe vedikir û ji bo wî çîrok yan jî bibîranînek bi zarekî şîrin ji neviyê xwe re vedigot.

Elîşêr pirr ji dapîra xwe hez dikir. Di çavê wî de dapîra wî pirr zana ye. Her tiştî dizane. Tu çi jê bipirsî bê bersiv nahêle. Bersivên wê jî bi awayeke çîrokî û bi çêj in. Dapîra wî bi Tirkî jî dizanî. Lê tim bi Kurdî diaxivî. Li malê, sûkê û bajêr, li her deverê tenê bi Kurdî dipeyîvî. Dapîra wî bûbû neqşebendê xewn û xeyalên wî.

Xwesteka Elîşêr dapîra wî noqî nav deryaya bibîranînan kir. Kûr kûr fikirî. Çû û hat di hundirê xwe de. Dema hat ser hişê xwe ji Elîşêr re got;

- Ez ê vê carê ji te re behsa nêçîrvaniya bapîrê te bikim. Wexta em li gund diman çifteyeke me hebû. Me ew tevî rext û fişegên wê bi diwarê odeyê ve bi dar ve kiribû. Bi salan qet kesî negirtibû dest xwe û neşixulandibû. Her sal dema zivistan dihat û her der di bin berfê de dima, gundî derdiketin nêçîra kew û kêrgoşkan. Rojekê min mêze kir ku va ye bapîrê te rext û fîşegên xwe dane pişta xwe, çifte jî avêtiye milê xwe û berê xwe daye der. Min bi lez xwe gihandiyê û jê re got;

- Xêr e mele? Tu diçî ku? Te çima ew çifteya hildaye milê xwe?... Wî got;

- Ez diçim nêçîrê. Îro dilê min goştê nêçîrê dixwaze. Ma çiyê min ji wan kesê ku her roj diçin nêçîrê kêmtir e.? Tiştê ku li destê wan tê haydê haydê ji destê min jî tê. 

- De oxira te oxira xêrê be!

Piştî oxira min bapîrê te derket û çû. Kesên ku cara ewilî bapîrê te wiha bi rext û fîşeg dibînin, wekî min mereq dikin û pirsan lê dikin. Ew jî kê dibîne, ji wan re dibêje;

- Ez diçim nêçirê. Wê rojê, gundî hemû pê dihesin ku Mele Elî çûye nêçîrê.

Bapîrê te wê rojê diçe li gelek cihan digere. Diçe li dora çend çêlgerman xwe vêdişêre. Dema kew tên li dora kaniyê digerin û avê vedixwin saçmeyan direşîne ser wan. Lê qet li kewekê jî naxîne. Bi destê vala vedigere tê ber goma me. Goma me jî ji derveyî gund bû. Pez dewar û mirîşkên me tev li wir bûn. Bapîrê te fedî dike ku bi destê vala di nava gund ve derbas bibe û bê malê. Xwe bi xwe re dibêje;

- Ger ez destevala vegerim, gundî hemû dê tinazên xwe bi min bikin. Diponije û li gorî xwe li çareyekê digere. Dawîyê de biryara xwe dide dikeve hundirê gomê mirîşkekê digire dibe neqeba di binê gomê de serjê dike, pûrtên wê dirûçikîne û davêje tûrikê xwe. Bi berfê li ser xwînê û pûrtikan digire û tê malê. Rêva rastî kê tê tûrikê xwe nîşanî wan dide û dibêje;

- Min nêçîrê de kewek girt. Xwedê bike nesîb ez ê sibê jî derkevim nêçîrê.

Cîran jî dibêjin;

Xwedê bi te re be mele!

Bapîrê te mirîşka di turikê xwe de derxist da min û got;

- Ha ji tere keçê. Ev kewa qismetê min ê îro ye. Wê baş paqij bike û ji bo şîvê bipêje.

Heta wê rojê min qet goştê kewê nedîtibû û nexwaribû. Min kew dîtibûn. Min dizanî ku ew ne pirr mezin in. Bi rastî jî kewa bapîrê te pirr mezin bû. Lê dîsa jî min qet şik nebir tu tîştekî. Lewra min tim ji bapîrê te bawer dikir. Wî çi bigotina min wekî rastî qebûl dikir.

Min kewa xwe paqij kir. Keland û bi ava wê jî sawarek çêkir. Berî şîvê Ezîz, Siltan, Zilfî û du cîranên din hatin mala me. Xuya bû ku wan bêhna goştê nêçîrê kiribû. Axir min sifre raxist. Savara bi goşt danî ser. Ji bo her yekî wan tasek dew û nanekî sêlê jî da dorê. Bapîrê te berê xwe da mîrovan û zarokan got;

- De kerem kin!

Hemûyan bi hev re bi bismillah dest bi xwarinê kir.

Cînaran çawa goştê ser sawarê dît, bi ken ji bapîrê te re gotin;

- Mele kewa te gelek mezin bûye. Xwedê kewên mîna yên te bike nesîbê me jî.

Tu nabêjî cînaran çawa goşt dîtiye tê gihîştine ku ew ne goştê kewê, yê mirîşkê ye. Piştî xwarinê li ser kewa bapîrê te gelek xeberdan û henek hatin kirin. Lê dîsa jî min şika tiştekî nekir.

Bapîrê te wiha sê rojan ser hev çû nêçîrê û her care kewek mezin anî û da min. Got;

- Ji bo şîvê hazir ke. Her du şeven dawîn jî dîsa heman cîran hatin bûn mêvanê me û bi me re rûniştin ser şîvê.

Wan roja kê ez bidîtima henekê xwe bi min dikir. Li ser kaniya gund ji min re digotin;

- Wan rojana tu piçekî qelew bûyî û gepên te jî sor bûne. Wele kewên Mele Elî bi kêrî te hatine.

Nêçîra bapîrê te ketibû devê gundiyan. Her derê bi henekî behsa wê dihat kirin.

Rojekê pê hesiyam ku sê mirîşkên me kêm in. Min bala xwe da derdora gomê. Daketim wê neqebê binê gomê ku çi bibînim. Ev dera tujî xwîn û pûrtik bû. Min got qey rovî ketiye gomê û mirîşk birine li vir xwarine. Dema vegeriyam malê rê de rastî amoja bavê te hatim û min ji wê re got;

- Şerê Şerê mala min şewitiye. Wê got;

Jintiya min, xêr e çi bûye? Min got;

- Rovî sê mirîşkê me xwarine. Ez ê wê çawa ji mele re bibêjim?

Şera jintiya min kir pirqe pîrq û keniya. Pê re jî got;

- Dînê tu dirazê. Tiştê ku gund hemû pê dizanî, hîn neketiye serê te. Roviyê te mêrê te ye. Lê lê Kiwê ma te nebihîstiye ku gundiyan navê mirîşkê kirine “Kewa Mele Elî!”?...

Wexta min ev gotinên Şera jintiya xwe bihîstin, ketim bin erdê. Min wisa şerm kir ku nikarim bibêjim. Tiştên ku bûbûn yek bi yek dîsa hatin ber çavên min. Henekên gundiyan qet tiştek bi min nedabû fam kirin. Axir hişê min hatibû sere min lê sê mirîşkê min jî çûbûn.

Piştî vê rûdanê bapîrê te qet neçû nêçîrê. Nêçîrvaniya wî bi tevahî sê rojan dom kir. Lê nave wî wisa derket ku dê ew heta hetayê bijî.

Elîşêr di hembêza dapîra  xwe de bi xew ve çûbû û di xewna xwe de bi kewên Mele Elî re dilîst.

 

* Ev çîrok 11’ê Hezîrana 2011’an li hepsa F2 Sîncanê hatiye nivîsandin. Nivîskar niha li Hepsa Tîpa F a Boluyê ragirtî ye.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.