Hin kesayet û komikên ku li dijî yekîtiya Kurdên Rojava ev demeke dixebitin, niha li pêwendiyên xwe yên bi dewleta Tirk re mİkur tên û lezê didin xebata xwe. Ev 'xebata' ji bo têkbirina yekîtiya Kurdan û qelskirina Partiya Yekîtiya Demokrat ( PYD) tenê di çarçoveya gotar û nivîsên di malperên Înternetê de nemane, lê belê dewrî civîn û rûniştinên nepenî bi îstixbaratên dewleta Tirk û hin hêzên heremî re bûne.
Li gorî belgeyek nû ku ji aliyê ANF'ê ve vê dumahiyê hatibû deşîfre kirin, komek kesayetî û komikên Kurdên Rojava li Hewlerê civînek bi dewleta Tirk û hin hêzên heremî re lidarxistine. Ev civîn ji bo bicihkirina lingên dewleta Tirk li heremên Rojava hatiye amede kirine. Ji bo dayina soza avakirina bargehên eskerî yên Artêşa Tirk li rojavayê Kurdistanê. Her wiha ji bo têkbirina PYD'ê û rêlibergirtina kar û xebata wê yên rêxistinkirina gelê Kurd li Rojava. Jixwe li gorî encamnameya vê civînê divê “Desteya Kurd a Bilind” tenê mîna 'xapandina PYD' were bikaranîn û kar û xebat li pişt perdê bi dewleta Tirk û hin hêzên heremî re esas bê girtin.
Ji destpêka serhildana gel li Sûriyeyê hin kesayetiyên Kurd dest bi dijminayetiya PYD'ê kirin. Hemû şêweyên dûrî exlaqên Kurdan ji bo qelskirina PYD'ê bikaranîn. Pêwendî bi dewleta Tirk re danîn û alîkariya li dijî PYD (bi gotina wan PKK!) ji AKPê xwestin. Bi hemû hêza xwe kampanyayek reşkirinê birêve birin. Serdana 'Artêşa Azad' kirine û li wir hemû cûreyên bêbextiyê li dijî PYD belav kirine. Carcaran gotin 'PYD bi rejîma Esad re hevkariyê dike' û carên dijî PYD bi avakirina heremek xweser ya Rojava tewanbar kirin. Piraniya wan li derve dijîn. Dema van kesan ev derew û bêbxetî belav dikirin û carek din vedigeriyan malên xwe, dost û hevalên PYD'ê bi alîkariya bi hezarên malbatên ereb mijûl dibûn. Piraniya van malbatan jî yên endamên 'Artêşa Azad' bûn.
Van kesayetî û komên marjînal û bê bingeh yek armanc dabûn pêşiya xwe, ew jî peydakirina şerekî çekdarî di navbera 'Artêşa Azad“ û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bû. Wan şêwirdarî ji bo AKP'ê dikirin û riya herî xerab didan pêşiya wê. Her wiha pere û çek jî digrtin dest û li hin ciwanên Rojava belav dikirin, ne ji bo şerê li dijî rejîma Esad, lê ji bo şerê li dijî PYD'ê û bi armanca têkbirina yekîtiya Kurdan ya şexsê Desteya Kurd a Bilind de derketiye holê.
Di encama vî karê qirêj de, hin komên ajanên AKP'ê li herema Efrînê êrîş birin ser endamên YPG'ê û çend kes ji wan qetilkirin. Lê ji ber ku van kesan dizanîbûn ku gelê Kurd bi yekcarî dê hebûna van komên red bike, tercîha wan dima peydakirina şerekî dijwar di navbera hêzên 'Artêşa Azad' û YPG'ê de. Jixwe divê bê zanîn ku gelek komên çekdar niha şerê rejîma Esad dikin û hemû jî di bin navê 'Artêşa Azad' de tên nasîn. Lê ya rast ku ev kom biryara xwe bi serê xwe didin. Gelek ji wan hêzên Îslamî yên fikrê al-Qaîdayê hildigrin in. Gelek jî girêdayî rêxistina Birayên Misiliman ya têkildarê AKP'ê ne. Lê ew esker û efserên ji ku Artêşa Sûriyeyê veqetiyane û 'Artêşa Sûriyeyê ya Azad“ damezrandine, niha hewl didin rejîmê têk bibin û dewletek azad û demokrat ava bikin. Her weha ew ne li dijî gelê Kurd in û doza hevdîtin û hevkariyê li Kurdan û li YPG'ê dikin. Bi taybet hêzên li jêr desthilatdariya General Mistefa al-Şêx de, ew xeta welatparêziya Sûriyeyê dişopînin û têkiliyên bi AKP'ê yên li ser hesabê berjewendiyên gelê Sûriyeyê red dikin.
Neyarên yekîtiya Kurdên Rojava û dijminên PYD'ê berê xwe yekser didin komên di nava 'artêşa azad' yên ajantiya AKP'ê dikin. Berê xwe didin Meclisa Stenbolê û li wir hemû bêbextî û derewan li dijî PYD belav dikin. Hin ji van kesan li herema başûrê Kurdistanê rûdinên û ji wir şerê li dijî yekîtiya Kurdan dimeşînin. Ji ber hindê eger rêvibirya PDK'ê ji kar û barên van agahdar be, divê tedbîrên cidî werbigre. Eger ew di şexsê Serokê heremê de Mesûd Berzanî hîna xwedî li yekîtiya Kurdên Rojava û Desteya Kurd a Bilind derdikve, divê sînorekî ji van kesan re deyin û dawî li kar û barê wan yê qirêj û dijî Kurd bîne.
Divê bête gotin ku ev karê li dijî yekîriya Kurdên Rojava bi taybetî piştî damezrandina YPG xurtir bû. Ew kampanya dijminayetiyê piştî ku YPG ragihand ku ewê hêzek xweparastinê ji 15 hezar endam, ava bike, zêdetir berz bû. Li rojava gelek texrîbat hatin kirin da ku îmaja YPG bête xerab kirin.
Li Ewropa jî dijminayetiya yekîtiya Kurdan berz bûye. Hin kesên bi eslê xwe ji Rojave ne û bi salane bi helwestên xwe yên dijminane li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê naskirîne, niha hewl didin PYD'ê kerîmînalîze bikin. Ev dijminayetî bi riya navendek li Berlînê ya girêdayî hin hêzên istixbarat yên ewropî û heremî bi rê ve diçe. Vê navendê hewl da kesa bi navê (Z.R) ya ku bi siyasetmedarê Kurd Mişel Temo re li Qamişlo beriya salekê rastî êrîşa bi mirinê hatibûn, li dijî PYD bide xebitandin. Bi riya dayina hin hevpeyvîna bi hin alavên Alman re, jê hat xwestin ku PYD mîna „kujêrê Mişel“ nîşan bide -beriya çend rojan al-Arabiya Tv dokumenetek belav kir, tê de hate eşkerekirin ku Mişel Temo bi biryara Beşar Esad bi xwe hatiye tesfiyekirin- Ev ji bilî pêwendiyên ku her roj bi alavên ragihandinê yên alman re tên danîn, bi armanca berovajîkirina rastiyan û li diyarkirina PYD mîna „hevkara rejîma Esad“ ya ku „dijbera serhildana Sûriyeyê“ û „hemû muxalifên xwe tesfiye dike“!.
Karê vê navednê bi fermî bi zimanên Almanî û Îngİlîzî bi rêve diçe.
Weha diyar e ku dewleta Tirk taximê xwe li rojava pêkanî ye. Ew niha vî taximî dide xebitandin. Armanc jî PYD'ê ye. Divê PYD li qada hundir mîna “hevkarê rejîma Esad û dijmina serhildanê” bête diyar kirin. Li derve jî divê bi riya alavên ragihandinê ew mîna “partiyek çekdar ku hemû muxalifên xwe ji holê radike” bête diyar kirin.
Ji bo pêkanîna van armancan niha ev taxim li hundur û derve li ser kar in.
Ji bo rê li pêşiya van kes û komikan were birîn, pêwîstî bi van xalan heye:
- Divê di zûtrîn dem de hikûmeta başûr û bi taybet PDK helwesta xwe derbarê van kes û komikên ajanên AKPê de diyar bike.
- Divê Desteya Kurd a Bilind her endamenkî partiyên di nava xwe de, ku bi delîl û belgeyan têkiliya wî bi hêzên ku dijayetiya Kurdan dikin isbat bibin, ceza bike û tevahiya bûyerê ji raya giştî ya Kurd re eşkere bike.
- Divê KNK'ê di warê nêzîkirina nerîn û helwestên hêzên rojava de rola xwe bilîze.
- Divê formek bête dîtin da ku YPG'ê bi fermî bibe hêza gelê rojava û ji aliyê tevahiya partiyên Desteya Kurd a Bilind were qebûlkirin.
- Divê peymanek biratî û bi hevrejiyanê bi gelê ereb yê bi Kurdan re li rojava dijî, bête imza kirin.
- Divê hevdîtinên bi serê xwe bi aliyên Tirk re, an jî bi çapemeniya dewleta Tirk re ji aliyê Desteya Kurd a Bilind ve li hemû siyasetmedaran werin qedexekirin.
Kî dijminayetiya yekîtiya Kurdên Rojava dike?