KENDALCÛDÎ

Şoreşa Sûrî ku di sala 2011`an de dest pê kir, di demeke kurt de, di encama destwerdanên hêzên herêmî û navneteweyî û nemaze dewleta Tirk a xwedî mîrasa Osmanî de, veguherî aloziyeke bigirêk.

Ji sala 2011`an heta 2020`an, gelek hêz li Sûriye hatin avakirin û hêzên herêmî û navneteweyî jî bi awayekî yekser dest di aloziya Sûriye de werdan. Hêzên ku niha li ser erdê Sûriye êdî ji her kesî re diyar in; QSD, rejîma Sûrî, Rûsya, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, di nav de El-Qaîde û DAIŞ, Kooalîsyona Navneteweyî, Îran û Hizbullah in.

Her hêzek dibêje “Ez ji bo parastina gelê Sûrî şer û têkoşînê dikim”. Lê di rastiyê de, gelo kî ji bo Sûrî bi şev û roj dixebite, kî ciwanên herêmê û di serî de jî ciwanên Ereb ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne?

Osmaniyên nû

Aloziya Sûrî ku xeta çekdarî hilbijart, bi demeke ne dirêj de qaşo ji bo hilweşandina rejîma Sûrî, hêza bi navê “Artêşa Sûriyê ya Azad” hate avakirin. Lê dewleta Tirk a dagirker bi rêya MÎT`ê destwerdana Artêşa Azad kir û bi demê re hemû tabûrên opozîsyonê xistin bin bandora xwe û li gorî berjewendiyên xwe dane şerkirin.

Lê dewleta Tirk ku li ser hîmê Împaratoriya Osmanî hatiye avakirin, bi destwerdanên ji derveyî sînor, sînordar nema û sala 2016`an bi erêkirina Amerîka û Rûsyayê derbasî axa Sûriye bû û herêmên Cerablus, Bab, Ezaz û Marî dagir kirin. Piştre dewleta Tirk a dagirker Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û êdî çeteyên ji Sûriyê ji bo armancên vejandina Mîsaqî Millî bi kar tîne.

Li dijî ciwanên Ereb li Sûriyê seferberiyeke nû

1914`an Împaratoriya Osmanî, seferberî (Seferbelîk) ragihand. Her kesê bi temen ê ji Sûrî êşa vê seferberiyê kişandiye. Osmaniyan ev ciwan xistine xizmeta ya xwe dagirkeriyê. Osmaniyan ciwanên welatên di bin dagirkeriya wê de û Sûriye jî di nav de, bi dare zorê tev li xwe kirin û li dijî dijminên xwe yên Brîtanya û hevalbendên wê dane şerkirin. Balkêş e, Osmanî ku bapîrên dewleta Tirk a niha ne, wê demê jî bi navê “cîhada pîroz” ciwanên herêmê dikirin qurbaniyên berjewendiyên xwe.

Dewleta Tirk li ser şopa bapîrên xwe di serdema 21`an de careke din seferberiyeke nû pêk tîne. Lê vê carê ne bi destê fermandarên xwe, bi destê Îxwan Muslimîn û xayînên ji Erebên ku destekê didin dewleta Tirk da ku welatê Ereban û yê Kurdan dagir bikin.

Dewleta Tirk a dagirker dev ji slogana xwe ya hilweşandina rejîma Sûrî berda û gelê Sûriyê yê li Idlibê di bin rehma bermîlên teqemeniyê yên Rûsya-rejîma Esed de hişt û çeteyên ku qaşo ji bo parastina gelê Sûrî ava kiribûn, bi rê dike Lîbyayê.

Dewleta Tirk bi şandina ciwanên Ereb ên ji Sûriyê bo Lîbyayê ji bo şerkirina bi hikumeta Wîfaq a El-Serac re li dijî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê li hemberî dolaran, seferberî li gorî berjwendiyên xwe ji nû ve zindî kir.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku di 23`yê Gulanê de weşandin, heta niha dewleta Tirk 10 hezar û 100 çete ji Sûriyê derbasî Lîbyayê kirine. Her wiha 3 hezar û 400 çete jî gihîştin baregehên Tirkiyê da ku perwerde bibin û ji wir derbasî Lîbyayê bibin. Ev e hêza ku Erdogan digot wê gelê Sûrî ji zilm û zordariyê xelas bike, lê îro li Lîbyayê ji bo berjwendiyên Erdogan û sîstema wî ya faşîst têne kuştin, bêyî ku gelê Sûriyê ji wan fêdeyekê bibîne.

Rûsya jî li ser şopa dewleta Tirk e

Rûsya ku di sala 2015`an de destwerdana aloziya Sûriye bi dirûşma “şerkirina li dijî terorê” kir, armanca xwe ne parastina mafên gelê  Sûriye bû. Armanc, tenê parastina desthilata rejîma Sûriye bû ango sîstema Beşar Esed.

Rûsya jî li ser şopa dewleta Tirk a dagirker, ciwanên Sûriyê bi giştî û nexasim ciwanên Ereb ji bo berjewendiyên xwe yên guhartina hevsengiya herêmî û navneteweyî bi kar tîne. Piştî ku dewleta Tirk bi hezaran ciwanên ji Sûriye şandin Lîbyayê, vê carê Rûsya jî ciwanên ji hemû parêzgehên Sûriyê Ii hemberî dolaran dişîne Lîbyayê da ku li kêleka artêşa nîştimanî ya Lîbyayê li dijî hikumeta Wîfaqê ku dewleta Tirk destekê didê, şer bikin. Li gorî daneyên 24`ê Gulanê yên SOHR`ê, heta niha Rûsyayê 450 ciwanên ji Sûriyê şandine Lîbyayê.

Cihê mixabiniyê ye ku li Lîbyayê ciwanên ji Sûrî dibe ku ji xizmên hev ên nêz bin jî, li dijî hev şer dikin. Ev şer jî tenê ji bo berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê ne û Sûriye û gelê wê eleqedar nake.

Rejîm, Îran û Hizbullahê jî tenê kursî parastin

Artêşa Sûrî jî ku bi hêza xwe dihate naskirin, Beşar Esed tenê ji bo parastina kursiya xwe bi kar anî û bi sed hezaran sivîlên Sûriye wekî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, kuştin.

Her wiha Îran û Hizbullah jî bi hêzên xwe yên bejahî derbasî nava Sûriye bûn û li kêleka rejîma Sûriye sekinîn. Lê ne Beşar Esed, ne Îran û ne jî Hizbullaha Lubnanê gelê Sûriyê parast, tenê kursiya desthilatdariyê ya Esed parastin ku heta niha bi rijandina xwîna gelê Sûriyê maye.

QSD`ê ne tenê gelê Sûriyê, cîhan bi tevahî ji DAIŞ`ê parast 

Li Rojhilatê Firatê jî, gelên herêmê ku Kurdan pêşengî jê re kir, ji bo rêvebirina herêmên bê destwerdanên hêzên herêmî û navneteweyî xeta sêyemîn ya “neteweya demokratîk” hilbijart û hêza xwe ya leşkerî YPG û YPJ`ê ava kirin. Bi demê re, YPG û YPJ bûne bingeha avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD). QSD`ê ku ji dehan tabûrên Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkes pêk tê, li dijî hêza herî xeternak a cîhanê DAIŞ’ê têkoşîneke berfireh da destpêkirin. QSD`ê ji Holê heta Minbicê, Tebqa, Dêrazor û paytexta xîlafeta DAIŞ`ê Reqayê rizgar kirin.

QSD`ê ji bo rizgarkirina gelên Sûriyê û tevahiya cîhanê, zêdetirî 11 hezar şehîd û 24 hezar birîndar dan û têkoşîna xwe li dijî terorê dewam dike. Di heman demê de tekane hêza ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku dixwazin wekî Lîwa Îskenderûn (Hatay), Bakurê Sûriyê jî dagir bikin, QSD ye û di vê oxirê jî de gelek bedel dan û hîna jî dide.

Di aloziya Sûriyê de ku ev 12 sal e dewam dike, gelo kî heta niha ji bo berjewendiyên gelê Sûriye têkoşiyaye, kî ji bo wan şer dike. Bawer im êdî her tişt zelal e û bi gotinên sexte êdî civak nayê xapandin.