Îran dewleteke li cîhanê girtiye. Agahî jê wergirtin zehmet e. Lê tevî vê yekê jî di van demên dawî de li Îranê nûçeyên der barê teqînan de gihiştin ber destê me. Herçiqasî rejîma Îranê hin ji van teqînan red bike û hinan jî bi sedemên cuda ve girê bide jî teqîn li Îranê dibin. Bi rêya medya civakî jî şahidî li vê yekê heye. 13ʼê Tîrmehê jî li Meşhedê qala teqînên mezin hat kirin. Û niha her kes dipirse gelo kî van teqînan dike. Guman û bal li ser Îsraîlê ye. Dewleta Îsraîlê jî heta niha di vî warî de negotiye min nekiriye. Li gorî agahiyan, di nava mehekê de nêzî 10 bûyerên teqîn û şewatê li nava Îranê rû dan. Teqîna herî bi bandor ya li navenda atomî ya bi navê Netenz de pêkhat. Piştî teqînê rayedarên Îranê ragihandin teqînek pêk hat lê ziyan ewqas mezin nebûye. Lê pişt re hate gotin, Îsraîlê êrişa sîber li dijî navendê kiriye û piştî wê jî hate gotin Îsraîlê bi balafirên şer ên tîpa F-35 êrişî navendê kiriye. Bi qasî tespît bûye, teqîna yekem a li Îranê 25’ê Hezîranê li navenda leşkerî ya bi navê Parçîn bûye ku dikeve rojhilatê paytext Tehranê. Teqîna duyem jî li navendek tendirustî ya li Tehranê pêkhat. Di teqînê de nêzî 20 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Her çend navendek ya tendirustiyê bû, lê hate gotin ku ew navend ya bijîşkên atomî bû. 4’ê Tîrmehê li navenda hilberandina elektrîkê ya bi navê Zirgan, 11’ê Tîrmehê jî li navendek leşkerî ya Supayê Pasdarên Îranê teqîn pêk hatin. 12’ê Tîrmehê li parêzgeha Xuzistan a Îranê li tesîseke petrokîmya û 13’ê Tîrmehê jî li herêmên Ehmedabad û Sedabad ên bajarê Meşhed jî teqîn çêbûn. Kî diteqîne? Li ser van teqînan hemûyan gelek tişt têne gotin. Herçiqasî Îran li hin teqînan mikur hatibe jî heta niha yekser bi awayekî fermî ti dewlet sûcdar nekirine. Lê guman ji Îsraîlê hene. Mînak têkildarî teqîna li navenda atomî ya Netenz a Îranê ya têde Uranyum tê zengînkirin, di rojnameya Newyork Times de kesekî ku nexwest navê xwe bêje diyar kir ku ew teqîn sabotaj e. Dîsa hinek organên çapmeniyê yên rojavayî îddîa kirin ku teqîn ji aliyê Îsraîlê ve û bi agahdariya Emerîkayê çêbûye. Yek ji rojnameyên Îsraîlê jî têkildarî teqînê diyar kir ku ev teqîn nîşaneya hilweşîna ewlehiya Îranê ye. Li beramberî vê Îsraîlê ne teqîn girtiye ser xwe ne jî red kiriye. Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê di daxuyaniyeke xwe de got, “Îran ji bo Îsraîl tehdîd e. Ji bo Îran negihîje bombeya atomê siyaseteke dûrdirêj a Îsraîl heye.” NAVENDA NÛÇEYAN