Serokwezîrê Tirk Ahmed Davûdoglû dibêje "ji ber kuştina sê serbazên Arteşa Tirk emê helwesta xwe li hemberî pêvajoya aştî berçavan re derbaz bikin". Dema mirov li vê daxwiyaniyê dinêre qey gavên pir mazin avêtine, Tirkiye bûye gûl û gûlistan, mînaka demokrastiya Rojhilata navîn, êdî pîvanên Kopenhagenê bi cêh aniye û niha jî berve endambûna YE diçe. Weke ku zindan vala bûne, girtiyên nexweş jî li nexweşxaneyên derveyî zîndanê tên derman kirin, weke ku yên alîkariya DAÎŞ´ê dikin ne Tirkiye, Kurd bixwene, weke ku her kes dikare mafê xwe ya perwerdeya bi zimanê dayîkê girtibe, weke ku avakirina qereqol û navendên HESê rawestandibin. Mîna ku ku sîstema cerdevanî hilweşadibin û êdî hawce pê nebînin, weke HDPê rewşa awarta li bajarên Bakûrê Kurdistanê îlan kiribin, weke ku Gelê Kurd hêviya ketina Stanbolê destê DAÎŞê de.
Niha dema rayedarên Tirk diaxivîn qey sedsala Navîn û ne Internet îcad bûye û ne jî ti amûrên peywendî hene, qey tu dibêjî dema keviran de dijîn û her kes ahmeq dibînin û xwe pir biaqil û jîr dihesibînin. Mirovek tine ye ku ji wan bipirse kîjan pêvajoya aştî, ji xwe hin medyaya Tirkan bûne pepexanê AKPê, yên dibêjin ew jî dûbare dikin, napirsin kîjan pêvajoya aştî. Wa tu li Rojava bi tank û top û hawanan şer dikî, şereke dijwartir ji 30 salên berê heya niha îro li Kobanê bi rêve dibî?. Her kes vê dibîne. Lê ji ber ku tevahî ketine tengasiyê niha jî êrişî ser pêvajoyê dikin ku Berêz Ocalan heya niha bi sebra Ayûb birêve biriye û dibe.  Alîkarî serokwezîrê Tirk Bûlent Arînc dibêje
"ev segreterî ji ku derê derket?, ne asayî ye ku rayedarên AKP êrişî ser tevgera azadî dikin û PYD reş dikin, ev hêrsa wan ji ber têkçûna çeteyên DAÎŞê ya rast ji ber têkçûna wane li Kobanê. Ji ber nîşandana piştevaniya navnetewî bi Kobanê re, ji ber rabûna gerdûnê ya ji bo Rojava ye, ji ber rewa bûna Modêla Rojava ye di asta navnetewî de.
Dibêjin ji ber kuştina sê serbazên me li Geverê emê pêvajoya aştiyê berçav derbaz bikin, lê nabêje artêşa te çima li Qersê operasyon li derdixin, ma yên li Qersê hatin qetil kirin ne zarokên vî gelî ne, ma ev operasyon pêvajoya aştiyê te naxe talûkeyê?. 3 serbazên Tirk bi kincên sivîl karê wan nava bajêr de çî ye?.
A rastî di alî AKPê de pêvajoyeke bi navê aştî li holê nîn e, ji bo bidin sekinandin!  Hebe jî tenê bi gotinan e û hîn derazê ser kaxez û piratîkê nebûye, ti gavên berbiçav nahatiye avêtin, binçavkirin û girtin jî hîn didomin. Israra tevgera azadî li ser segreteriyê ji bo ku ev pêvajo bi rastî jî bi gavên berçav û nivîskî weke her welatekî mîna Başûrê Afrîka û Îrlanda Bakur derbazî dokumentkirina pêvajoyê bibe. Nexwe AKP qala kîjan pêvajoya aştî dike?.  Ev pêjavo nîşan da ku Kurd û AKP çi cûda li pêvajoya aştî dinêrin, bapîr û dapîrên me vala negotine "aş li xelyalêk û aşvan li xeyalêk".