Em çiqas sûdê ji vê arşîvê digirin?
Di rojên îroyîn de ku bi derbeya AKP/Qesrê bi dehan radyo û televîzyonên muxalîf tên girtin, em li ser ked û xebata Radyoya Erîwanê, çandeke qedîm a civakeke gihandiye nifşên îro kêfxweş û serbilind dibin. Radyoya Erîwanê bi xebata xwe ya qedirşînaz, arşîveke muzîka Kurdî da avakirin. Me bi salan dengên hunermendên nemir ên wekî Kawîs Axa, Meryem Xan, Karapêtê Xaço, Reşîdê Baso û gelek kesên wekî wan bi rêya Radyoya Erîwanê guhdar kir. Li gel ku arşîveke dewlemend a muzîka Kurdî heye jî lê em wekî civak û saziyên Kurdistanî çiqasî dikarin sûdê ji vê arşîvê bigirin. Ev xebata ku îro bi keda xebatkarên Radyoya Erîwanê, hunermendê Kurd Cewad Merwanî û gelek kedkarên din, dîsa bi keda xebatkarên Weşanên Aramê di aliyê stranên rîtmîk de arşîveke bi nirx ji çand û hunera Kurd re amade kiriye.
446 stranên Kurdî
Di vê pirtûkê de bi giştî 446 stranên Kurdî cih digirin. Di vê xebatê de yek bi yek notasyon hatine deşîfrekirin û stranên rîtmîk ên Radyoya Erîwanê di nav xwe de hewandiye. Di heman demê de hûnê bikaribin bi riya CD’an ku li ser pirtûkê hatiye çapkirin jî dengê resen ên hunermendan jî guhdar bikin. Tişta girîng ew e ku di vê xebatê de taybetmendiyên wê yên kurdewar jî hatine parastin. Ev xebata girîng bêguman çavkaniya herî dewlemend jî Radyoya Erîwanê ye.
Di pirtûkê de rojnamegerê Kurd Ferda Çetîn di pêşgotina xwe ya bi navê ‘Nifşên nû dê bên gel hev’ de ji bo pirtûkê wiha dinivîse: “Bi vê berhemê êdî kilamên Êrîvana ku ji me dûr û tu kes nikare bigihêjê derketiye û tên ber destê me. Êdî hewce bi lêgerîna frekansa radyoyê tune ye. Nifşên nû jî dê bi hunermendên nemir ên ji dayik û bapîrên xwe stranên wan bihîstine bên cem hev. Êdî dem dema guhdarkirina wan stranên xweş e.”
Radyoya Êrîvanê
Beşa Kurdî bi xebatên kesên wekî Heciyê Cindî, Emînê Evdal û Xelîl Muradov di sala 1955’an da dest bi weşana xwe kir. Bi taybetî keda Xelîl Muradov hêjayî pesindanê ye, ji ber ku ew 24 salan (ji 1957’an heta 1981’ê) serokatiya radyoyê kiriye û hemû stran, awaz, meqam û pîêsên Kurdî di dema serokatiya wî hatine qeydkirin. Eznîva Reşîd ku hevjina Xelîl Muradov e, piştî hevjînê wê ji ber temendirêjiya xwe dest ji karê xwe yê radyoyê berdide li cihê hevjînê xwe di radyoyê de dest bi pêşkeşiyê dike û ji ber vê yêkê dibe yekem pêşkeşvana Kurdan a li cihanê. Di dema Xelîl Muradov de radyo dibe deng, bilûr û awaza bi sedan dengbêj û sazbendên navdar ên wekî Gerabetê Xaço, Şeroyê Biro, Seîdê Şamedîn, Reşîdê Baso, Memê Xudo, Zadîna Şekir, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Memoyê Silo, Şibliyê Çaçan, Xana Zazê, Asa Evdile, Belga Qado, Hovhannes Badalyan, Aram Dîkran, Feyzoyê Riza, Egîdê Cimo, Xelîlê Evdile, Şamilê Beko û hwd… Radyoya Neteweyî ya Ermenistanê zimanê Kurdî û Tirkî jî di nav de bi 12 zimanan weşan dikir. Li gorî pîvan û qanûnên dema Yekitiya Sovyetê û piştî hilweşînê, niha jî li gorî qanûnên Ermenistanê weşanê dike.
MURAT SEKMEN
AMED