Li herêma Mahsert û Nisêbînê yên Mêrdînê ku wekî herêma Omerya tê zanîn rayedarên perwerdehiyê ji ber xwendekar naçin dibistanê û dibistanê boykot dikin kilît li deriyê dibistanan xistin. Hate zanin ku ji 8'ê Cotmehê heta niha ji ber boykotan deriyê dibistanan hatine kilîtkirin.

Li herêma Omerya ku di nava Nisêbîn û Mahsertê yên Mêrdînê de dimîne, ji ber xwendekar naçin dibistanê rayedarên perwerdehiyê neçar man ku kilîtê li deriyê dibistanan bixin. Ji 8'ê Cotmehê heta niha ji ber xwendekar naçin dibistanan hemû ders û pol vala dimînin. Xwendekarên ku bi biryara "Heta dersa Kurdî nedin me, em naçin dibistanê" dersan boykot dikin, kilît li deriyê dibistanan dan xistin. Li herêma Omerya nêzî Hezar û 500 xwendekar naçin dibistanê û rayedarên dibistanê ji neçarî kilît li dibistanê xist. 60 mamosteyan jî dibistan terk kir.  Gund û bajarokên ku dibistanê boykot dikin wiha ne: "Gundên girêdayî Omerya Hebise, Cinata Bîçuk, Cinata Mezîn, Xirbeka, Herbe, Cibilgirave, Talatê, Xereb, Dêrcêmê, Kuzu, Hatxe, Gurik, Miştinê, Zivingê, Stiliê.

MÊRDÎN