Rêxistina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li Ewrûpayê konferansa xwe li dar xist. Di konferansê hat gotin, azadiya Ocalan kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye. Di konferansê de biryara xebata ji bo azadiya Ocalan hat dayîn.
PJAK’ê li Ewrûpa 24-26’ê Gulanê bi dirûşmeya ‘Bi ruhê berxwedana serdemê, ber bi Kurdistanek azad û Îraneke federal’ ve konferansek li dar xist. Di konferansê de 90 delege amadebûn. Di konferansê de behsa rewşa siyasî hat kirin.
Biryarên sereke
Di nava Encamnameya konferansê de van biryarên sereke jî cih girt:
l Azadiya Rêber Apo, azadiya îradeya Kurdê azad e. Azadiya Rêber Apo kilîta çareseriya pirsa demokrasî û pêkvejiyana li Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Ji bo vê tekoşîna ji bo azadiya Rêber Apo kar û xebata me ya bingehî ye.
l Di dîplomasiyê de aştî û nêzikatiya dostane ya gelan wê esas bê girtin. Di vê çarçoveyê de dîplomasiya gel esas e. Li gel saziyên medenî û civakên din kar bê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN