Salih Mislum: Dewletên dagirker berjewendiyên xwe di yekitî û stratejiya hevbeş a gelê Kurd de nabînin. Pûçkirina lîstok û planên dewletan ên li ser Kurdistanê tenê dikare bi yekitiya gelê Kurd pêk bê.
MÛRADA KENDA / BASIL REŞÎT / ANHA / QAMIŞLO
Berdevkê fermî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim li ser girîngiya yekîtiya neteweyî peyivî. Mislim bal kişand ser xeterên li ser destketiyên gelê Kurd û got, “Divê em li dijî xeterên li ser gelê Kurd bi hev re bibin xwedî biryar û helwêst. Bêguman piştî 2010’an aloziya li Rojhilata Navîn kûrtir bû, pêwîstiya kongreya neteweyî hîn zêdetir derket holê. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 2013`an hewldaneke wiha çêbû lê mixabin neçû serî. Ji ber ku hindek aliyan kongreya neteweyî li dijî berjewendiyên xwe qebûl kir. Dixwestin di bin bandora hêzên derve de bin. Dîsa jî civînên hevbeş çêbûn û bi giştî li hev rûniştin. Mixabin partiyên siyasî bi hindek hincetan xwe ji kongreya neteweyî dûr xist.”
Hin alî nahêlin
Salih Mislim di dewama axaftina xwe de bandora dewletên dagirker a li ser yekitiya gelê Kurd jî nirxand û got, “Bêguman dewletên dagirker li pêşiya yekitiya gelê Kurd disekinin. Dewletên dagirker berjewendiyên xwe di yekitî û stratejiya hevbeş a gelê Kurd de nabînin. Astengên mezin ew in. Ez eşkere dibêjim, di sala 2013’an de ji bo xebatên KNK’ê li Rojavayê Kurdistanê me dest pê kiribû, hin alî hatin gel me û wan got, ‘Pêwîst e yekitiya we dewam neke, heger dewam bike, hûn hemû wê bibin dijminên me’. Bi vê peyamê diyar bû ku wê pêşiya yekitiya gelê Kurd asteng bikin. Ez eşkere dibêjim, hin alî nahêlin yekîtiya gelê Kurd were çêkirin. Em jî dibêjin, dijmin sûdê ji nakokiyên di navbera gelê Kurd de werdigire.”
‘Ev alî eşkere dibin’
Mislim diyar kir ku girîngiya yekîtiyê roj bi roj zêde dibe û got, “Hevsengiya di nav Kurdan de hîn zêdetir zelal dibe. Ji 2013’an û pê ve, hewldanên me yên ji bo yekitiyê ranewestane. Her wiha niha jî KNK gavên pîroz li Rojavayê Kurdistanê diaveje. Gelê Kurd bi avabûna yekîtiyê re ye. Em piştgiriya komiteya KNK’ê dikin û fermî jî bi wan re rûniştin. Roj bi roj aliyên li dijî yekîtiyê disekinin, eşkere dibin. Êdî pêwîst e ew alî li xwestek û vîna gelê Kurd guhdarî dikin.”
‘Li dijî terorîzma DAIŞ’ê yekîtî derket holê’
Mislim destnîşan kir ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de gelê Kurd bû yek û wiha domand: “Yekitiya gelê Kurd li hemberî terorîzma DAIŞ’ê derket holê. Pêwîst e ku em vê yekîtiyê xurt bikin. Beriya her tiştî, divê gelê Kurd dost û dijminên xwe nas bike. Ev dewletên ku DAIŞ ava kirin, ew li dijî yekîtiya gelê Kurd in. Pûçkirina lîstik û planên dewletan li ser Kurdistanê, tenê bi yekitiya gelê Kurd pêk tê. Hin aliyên siyasî heta niha jî xwe dixin hembeza dijminên gelê Kurd ên sedsalan. Dijmin li ser esasê parçekirin û tinekirina gelê Kurd hembeza xwe ji wan kesan re vedike.”
Ji hevpeyvînan re em amade ne
Berdevkê fermî yê PYD’ê Salih Mislim di dawî de got, ENKS dibêje, “Em ê bi PYD’ê re rûnin lê bi KNK’ê re rûnanin. Bi vê diyar dibe ku yekîtiya Kurdan naxwazin û dixwazin parçebûnê çêkin. PYD li Rojava bi 22 partiyên fermî re xebatên xwe bi rê ve dibe. Kesên ku dibêjin PYD desthilatdar e, bila zanibin ku di nav PYD’ê de Aşûrî, Suryan, Kurd, Ereb û malbatên şehîdan cih digrin. Heger ENKS naxwaze bi KNK’ê re rûne, ev jî tê wateya ku malbatên şehîdan û hemû sîstema demokrasiyê înkar dikin. Me rewabûn û fermiyeta xwe ji saziyan wergirtiye. PYD ti tiştî li ser kesan ferz nake. Wekî partiyên siyasî em amade ne ku bi hemû kesan re nîqaşê bikin.”